Kesên ku ji mirina Songul berpirsyar in serbest hatin berdin

Li Bartinê 3 kesên ku ji mirina Songul Sari ya ku cenazeyê wê di bîreke avê de hatibû dîtin berpirsyar hatibûn ditîn, serbest hatin berdan.

 
Navenda Nûçeyan- Li Bartinê 3 ferdên malbatê yên ku navê wan di bûyera mirina Songul Sari derbas bûbû û hatibûn girtin, piştî îfadeya dozgeriyê serbest hatin berdan.
Songul Sari ya ku li Bartinê agahî jê nedihat girtin, piştî çend rojan di depoya avê ya kîlometreyeke dûrî mala xwe de hat dîtin. Hat diyarkirin ku Songul Sari navê 3 ferdên malbatê li ber deriyê bîrê nivîsandiye û ji mirina xwe van navan berpirsyar dîtiye.
Bavê Songulê ku navê wî hatiye nivîsandin E.S. û birayên wî Î.S. û U.Z. şandin edliyeyê, her du bira serbest hatin berdan. Li aliyê din Bav E.S piştî îfadeya dozgeriyê bi kontrola edlî serbest hat berdan.