Kesên di teqîna Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin

Endama Kongra Star Xalîda Mihemed Şerîf û kurê wê Hejar Ednan Silêman yên di teqîna duh a li Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Qamişlo - Duh li kêleka Navenda Poste û Peywendiyan û gereca otobûsan a taxa Enteriyê ya Rojhilatê bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wesayîtek de teqîn pêk hat. Di encama teqînê  de endama Kongra Star Xalîde Mihemed Şerîf a 40 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman ê 24 salî jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên bajarê Qaqmişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna sedan gel, Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Endamên Rêxistina Kongra Star û Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser dayik û lawê wê yê jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê oxirkirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Kongra Star Şîraz Hemo di merasîmê de axivî û got: "Di şexsê rêhevalên me yên şehîd de tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Rêhevala me û endama me ya Kongra Star yedê Xalîda û Kurê wê Hejar bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatê re sersaxiyê dixwazin. Careke din zihniyeta desthilat dar xwe nû dike û bi hemû pîvanên qirêj êrîşan dide meşandin, di tu destûr, zagonan  û pîvanên mirovahiyê de  ku bi şêwazên teqîn komkûjiyan û belafiran nîne. Îro jin li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedawendî ji nû ve didin vejandin."

Şîraz Hemo wiha bi dawî kir: "Di şexsê şehîdên me yên pakrewan de, bi taybet di xeta Zîlan û Bêrîtanan de jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dergûşa azadiyê dihejîne, îro têkoşîna jinan gihaştiye asta ku îdî bûye xeteriyeke mezin ji bo dijminan ji ber vê yekm dijmin êrîşa li ser jinan pêk tîne. Ji ber ku baş dizanin hêz û zanabûna jin çi ye. Em weke Rêxistina Kongra Star soza xwe nû dikin û asta têkoşînê bilind bikin û li ser xeta yadê Xalîda de bimeşin û azadiyê bidest bixin."

Merasîm bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.