Kesên di Fermana 73’an de hatin qetilkirin hatin bibîr anîn

Di 17’emîn salvegera xwe de kesên di komkujiya Sîba Şêx Xidir û Tilizêrê de hatin qetilkirin li ser gora komî ya mezargeha Şêxmend hatin bîranîn. Êrîş hate şermezar kirin û soza tolhildanê hat dayîn.:01

Şengal – Di 14’ê Tebaxa 2017’an de bi wesayîtên bombebarkirî êrişek mezin li gundên Sîba Şêx Xidir û Tiliezêrê ya girêdayî Şengalê pêk hat. Di êrişê de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan. Di 17’emîn salvegera komkujiyê de kesên ku jiyana xwe ji dest danbi pêşengiya sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser a Şengalê hatin bibîr anîn. Girseya gel serdana mezargeha Şêxmend a li gundê Cedalê kirin û 75 kesên li wê gorê de hatine definkirin bibîranîn. Girseya gel ji bo kesên hatine qetilkirin gul danîn û çira ji bo wan vêxistin.

Girse li Tilizêr û li qada ku teqîn lê çêbûye kom bûn merasîm lidar xistin. Di merasîmê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Rêveberiya Xweser a Şengalê û li ser navê malbatên kesên hatine qetilkirin jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hate kişandin ser armanca vê komkujiyê û dan zanîn ku fermanên li ser civaka Êzidî bidawî nebûne û dewam dikin, lê tekoşîna li himberî fermanan jî wê dewam bike.

‘Bese ji fermanan re’

Endama Kordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî ya di bîranînê de axivî wiha got: “Heta niha 74 ferman hatine serê civaka me. Ferman û planên wan jî bidawî nebûne. Siyasetek qirêj li ser serê civakê tê meşandin. Bi hezaran şahidên teqîna Sîba û Tilizêr hene. Navendên pêşmergeyan di nava malên me de bûn, xwe wisa vedişartin. Dema teqînê hindek kes ji civaka me çûn navendên pêşmergeyan û ji wan re gotin ku gomanê me hene ji van erebeyan, lê pêşmergeyan gotin seydayê me raza ye em nikarin tiştek bikin niha. Em bang dikin bese, bese xwîn bê rijandin, bese bila kezeba kesî neşewite. Banga me ji kesên me yên Êzidî heye ku êdî bêne ser hişê xwe û fermanan vala derxînin.”

‘Fermana 2014’an berdewamiya fermana 2007’an bû’

Kurtê Ebdo yek ji dayikên Tilizêre ku di wê fermanê de 2 kes ji malbata wan jî hatine qetilkirin ji ajansa re axivî û wiha got: “Em bi wê teqînê pir êşiyan, dilê me dişewite xwedê heqê wan bibe. Em ne li mal bûn dema teqîn çêbû, em li ser sîbaya bûn. Em seharê hatin me dît ku xaniyên vir bi axê re bibûn yek û li her derê laş û serî hebûn. Kurmam û keç mamekî min di vê fermanê de jiyana xwe jidest dan. Piştî du rojan ji teqînê me cenazê wê dibin dîwarekî de dît.”

‘Êdî em dost û dijminên xwe dinasin’

Endama TAJÊ Zozan Simo jî wiha hêrsa xwe anî ziman: “Em şehîdên Sîba û tilizêr bibîr tînin û dibêjin ew fermanek ji fermanên ku hatiye serê me ye û êşa wê em jibîr nakin. Ger ku barhilgir di nava hikumet û hêzên ewqas zêde de derbasî Şengal bûn û xwe di nava civaka me de teqandin ev tê wateye ku bi vê yekê planek hebû û armanca fermanekê bû. Lê ger ku civakê ew dem pênasa fermanê lê kiriba wê di sala 2014’an de ferman xwe dûbare nekiriba. Bi hezaran kes di vê komkujiyê de şehîd bûn. Miletê Êzidî natirsin û hêviya me ji hemû civaka me heye ku di rojên wisa de bibin yek û bi hewara yek ve werin. Lê cihê dilxweşiyê ye ku civaka me piştî fermana 74’an bi xwe ve hatiye û dost û dijminê xwe ji hev nas dike. Îroj ew weke civak kom bûne û şehîdên xwe bihevre bibîr tînin.”