‘Kesên destê wan di xwîna gelan de hene di rêveberiya demkî ya Sûriyê de cîh girtine’
Parêzerên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xistin ku kesên destê wan di rijandina xwîna gelên Sûriyê de hene di rêveberiya demkî ya Sûriyê de cîh girtine û bi yek dengî gotin “Em naxwazin sûcdar li Sûriyê cîh bigirin.”
Hesekê – Parêzerên jin ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyek dan û nerazîbûna xwe ya li hemberî kesên sûcdar ên ku xwîn rijandine û destdirêjî kirine, nîşan dan. Jinan gotin ku ev kes di rêveberiya Sûriyê de cîh digirin û çalakiya protestoyî lidar xistin.
Daxuyanî li parka Mişwar a taxa Til Hecer hat dayîn. Endama Mekteba Jinê ya Yekîtiya Parêzeran Henan Reşko daxuyanî xwend. Henan Reşko bi bîr xist ku hikûmeta demkî ya ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye avakirin, cîhadîst e û wiha got: “Em parêzerên jin, hebûna kesê sûcdar a di rêveberiya Sûriyê de, qebûl nakin. Ev yek di aliyê zagonî de jî nayê qebûlkirin. Pêwîst e kesên ku destê wan di rijandina xwîna gelên Sûriyê de heye, bên cezakirin. Em şehîd Hevrîn Xelef bibîr tînin û qetilkirina wê wek sûcek şer û dij mirovî dibînin.”
‘Peymanên navnetewî binpê kirine’
Henan Reşko balkişand ser civînê û wiha got: “Di civîna ku hat lidarxistin, a ku qaşo bi navê ‘Serkftin’ hat binavkirin de, kesên ku destê wan di talankirin, koçberkirin, qetilkirin û destdirêjiya li ser gelê Sûriyê de hebû, yên wek Ehmed îhsan Feyad Hayis, Mihemed Casim û Seyf Bûlad cîh girtin. Van kesan maf û zagonên navnetewî û mirovî binpê kirine û nabe cîhê xwe di rêveberiyekê de bigirin. Di benda 1’emîn a Hevpeymana Cenevreyê ya ku di sala 1949’an de hatiye mohrkirin de tê gotin ku nabe mafên mirovan were binpêkirin û sivîl werin qetilkirin. Qetilkirina Hevrîn Xelef, vê bendê binpê dike û wek sûcek dijmirojî tê hesibandin.”
Henan Reşko Sîstema Roma ya di sala 1998’an de hatiye aşkerakirin jî bi bîr xist û wiha got: “Di vê sîstemê de dibêje ku qetilkirina bi zanebûn û îdamkirin, sûcek dijmirovî ye. Di bûyera hedefgirtina Hevrîn Xelef û ajokerê erebeya wê de, ev bend jî hatiye binpêkirin. Di zagonên navdewletî yên mafên mirovan, madeya 5’an de dibêje ku mafê her mirovek heye ku dûrî êşkence, lêdan û qetilkirinê, azad bijî.”
Daxwaza pêkhatina edaletê kirin
Henan Reşko bang li saziyên hiqûqî yên navnetewî kir ku kesên destê wan di rijandina xwîna gelên Sûriyê de hene, ji qada siyasî û leşkerî dûr bên girtin û werin cezakirin. Henan Reşko wiha berdewam kir: “Kesên sûcdar bila werin girtin û bi riya edaletê û dadgeha Sûrî werin cezakirin. Mafê malbata şehîd Hevrîn Xelef û gelek malbatên ku bi destê van kujeran hatine qetilkirin, bila bi edaletê werin dayîn. Eger em bixwazin Sûriyeke azad ava bikin, gerek ev kesên sûcdar werin cezakirin. Edalet esasê avakirina Sûriyeke azad û demokratîk e.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.