‘Kesê ku bi zilmê abad dibin dinyaya wan jî dê wêran bibe’
Malbata Şenyaşar a nobeta edaletê didomîne, wiha got: “Em ji kesên ku di bêhiqûqiyê de israr dikin re bi bîr dixin ku yên bi zilmê abad dibin axir û dinyaya wan jî wê wêran bibe.”
Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 726’emîn de ye. Malbatê ji ber ku dawiya hefteyê edliye girtiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Divê ji axa mazlûman bitirsin. Heke ev ax axa dayikikê be. Em ji kesên ku di bêhiqûqiyê de israr dikin re bi bîr dixin ku yên bi zilmê abad dibin axir û dinyaya wan jî wê wêran bibe.”