“Kes nikare mafê me yê xwendina pirtûkan ji destê me bigire”
Hikumeta Iraqê ya li Şengalê xwendina pirtûkan weke suc dît pirtûkxaneya ciwanên Şengalê ya gerok asteng kir û 3 ciwan girtin binçavan. Dayikên Şengalê nerazîbûna xwe li hemberî vê kirina hikumeta Iraqê anîn ziman û gotin: “Dixwazin zarokên be perwerde bihêlin. Ew mafê wan nîne wisan li zarokên me bikin. Emê zarokên xwe bidin xwendin ji bo bi xwe biriyara jiyan û pêşeroja xwe bidin.”
Şengal - Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî xwestin bi pirtûkxaneyek gerok a ku piranî ji wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkdihat li gund û navçeyên Şengalê bigerînin û pêre jî ciwanan fêrî xwendina pirtûkan bikin. Çalakiya ciwanan 20’ê Kanunê de destpêkir. Çalakiya ku 20’ê Kanûnê despêkir di roja 3’an de li navça Sinunê ya ser bi Şengalê ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hat asteng kirin. Di encama astengiyê de 3 ciwan hatin binçav kirin. Ji bo berdena 3 ciwanan, jinên Êzidî û ciwan di nava çalakiyan de ne. Jinên ciwanên Şengalê jî diyar kirin û kes nikare mafê wan ê xwendina pirtûkan ji destê wan bigirin û ewê bixwînin ji bo bikarin bi xwe derbarê pêşeroja xwe de biriyarê bidin. Jinên Êzidî nerazîbûnên xwe anîn zîman û gotin: “Dewleta Iraqê û PDK berê fermanî jî ne dixwastin ciwanên me bixwînin û pêşbikevin, êdî em wan zextan li ser xwe qebûl nakin û emê zarokên xwe bidin xwendin ji bo bikarin pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin.
“Pirtûkên Serokê me xizmete gelên bindest dike”
Rihan Xidir derbarê girtina 3 ciwanan de nerazîbûna xwe wiha anî ziman; “3 ciwanên me ji ber wêne û pirtûkên Serokatî belav kirine hatine girtin. Kesek ne kuştine, sucek wiha nekirine ku bên girtin. Em dayik vê kiryara dewletê wek revandina zarokê xwe dibînin û em qebûl nakin ku dewleta Iraq zarokê me bê suc bigirin. Em bi fikir û ramanên Serokê xwe ve hatine xilas kirin û îro dewleta Iraqê nahêle em pirtûkên Rêberê xwe bixwînin, wêneyên wî belav bikin. Bila dewlet bizanibe eger nahêlin ciwan pirtûkan belav bikin, wek dayik emê pirtûk û wêneyên Serokê xwe belav bikin. Em wê wek erka xwe dibinin. Pirtûkên Serokê me ne qedexene, di Iraqê û seranserê herêmê ne qedexene. Wê demê çima Iraq wek ku qedexeye nêz dibe.
Pirtûkên Serokê me xizmete gelên bindest dike.”
“Mafê Iraqa ku me ji xwe napejirîne nîne ciwanên me bigire”
Nurê Hecî jî nerazîbûna xwe ya li beramberî girtina ciwanan da nîşandan û wiha got; “Xwendin û belav kirina pirtûkên Rêber Apo ne dervayê qanûnê Iraqê ye. Ji bo wê girtina ciwanên me ne yasayîye. Rêveberên me bi êrîşan tên şehîd kirin û Iraq li beranberî wê bêdenge û qebûl dike. Heman Îraq di ser bêdengiya xwe de jî tê ciwanên me yên bê suc digre. Em di bi nala Iraqê de dijîn lê Iraq me qebûl nake, me dervayê xwe dibîne. Ji ber em Êzidîne li beranberê me neheqî tê kirin û hevalên me tên şehîd xistin.