“Kenza Xato rojnemevan e ne kujer e”

Komîteya" Me Li ser azadiya çapemeniyê bihîst", duh roja Yekşemê 16’ê Gulanê daxuyaniyek weşand ku tê de rêbaza binçavkirinê ku Kenza Xato pê re rû bi rû mabû şermezar kir û parêzera wê Zubeyda Esûl got: “Ew ji ber rewşa derûnî ya zehmet êşê dikşîne."

NECWA RAHIM
Cezayîr-Rojnamevana Radyoya Umm Kenze Xato roja Înê 14' ê Gulanê li qada Morês Oden li paytexta Cezayîrê piştî çend kêliyan ji kombûna tevgera aştîxwaz a gelan di Îna 117’an de ku pergal û hemû rêbazên zordarî û çewisandina li dijî xwepêşanderên aştîxwaz red dike ,dîl hat girtin.  
Hikûmet zextan li rojnamevanan dike
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Girtina rojnamevan Kenza Xato ku ne rewa ye, raya giştî ya niştimanî û endamên pîşeya rojnamevaniyê matmayî hişt" 
Komîteya "Me Bihîst" bi daxuyaniyê piştrast kir ku "dirêjkirina binçavkirina rojnamevan li ber çavan berevajî xala 51'ê ya Zagona Tedbîrên Ceza yên Cezayîrê ye rawestandina rojnamevaniyê ya bi demijmêran, dişibe revandinê. 
Komîteya Me Bihîst ji bo azadiya rojnemevan û zextên ku hukumet li dijî rojnamevanan bi kar tîne ye her wiha komîteyê got: “Kiryarên bi vî rengî, piştgiriya dîktatoriyê dikin."
Komîteyê di dawiya daxuyaniyê de banga azadiya rojnamevan Kenza Xato kir û got ku binçavkirina wê tê wateya destdirêjiya li ser çapemeniya Cezayîrê û ji dewletê re ev yek şerm e. 
Parêzer Zubeyda Esûl piştî ku çû serdana rojnamevan Kenza Xato, li Navenda Emêroş li Cezayîrê, ji ajansa me re got: “Rojnamevan piştî girtina wê roja Înê, di rewşeke psîkolojîk a dijwar de ye û derxistina wê ya dadgehê heya roja Duşemê, 17'ê Gulanê hatiye dirêjkirin. Rojnemevan heyanî dirêjahiya şevê di navenda ewlehiyê de di lêpirsînê de bûye." 
Der barê tenduristiya wê de, Zubeyda Esûl dibêje ku hin birînên wê di stû û dest de hene. Hemî pirsên ku hatin kirin der barên karê wê yên rojnamevanî de bûne. Tê zanîn ku qanûna Çapemeniya Cezayîrê girtina tund a rojnamevanan qedexe dike her wiha nabe ku rojnamevan beyî tewanên diyar têkevin bin çavdêriya dadweriyê