Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê li Amedê di Newroza 2017’an de ji aliyê polîsekî ve hate qetilkirin, li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn.

Navenda Nûçeyan- Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kûrkût ê di dema pîrozbahiyên Newroza 2017’an a Amedê de tevî tazî bû jî li noxteya ketina qadê bi îdiaya bombeye zindî ye ji aliyê polîsekî ve hate qetilkirin, li cihê ku lê hate qetilkirin hate bîranîn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, siyasetmedara kurd Leyla Zana û Mehmet Ocalan jî tev li bîranînê bûn.

‘Em ji bîrnakin’

Di bîranîn ku wêneyê Kemal Kûrkût hate hilgirtin de qûrnefîl danîn cihê lê hate qetilkirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê di bîranînê de axivî, wiha got: “Di dema pîrozbahiyên Newroza 2017’an de hevalê me Kemal li vir hate qetilkirin. Em di Newroza 2024’an de bi hezkirin û bihurmet bi bîr tînin. Em ê Kemal Kûrkût ji bîr nekin. Her çiqas kesên ew qetilkirin, weke dozên din nehatibin cezakirin jî em ê wî ji bîr nekin. Em ê şopdarê vê yekê bin. Kemal Kûrkût nemir e. Em Newroza Kemal Kûrkût pîroz dikin. Bi vê boneyê em Newroza gelê xwe jî pîroz dikin û diyar dikin ku emê bibin şopdarên dozê.”