Ked û serpêhatiya jinên belavkar ên rojnameya Ronahî

Dîlber û Emîna Ebas ku bi salan e rojnameya Ronahî belav dikin, dibêjin ku bi riya belavkirinê wan dikaribûne kesayetiyek nû û bihêz ava bikin, bi mirovan re têkilî daynin û têkiliyên civakî yên nû ava bikin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Ji ber ku di vê serdemê de û bi pêşketina teknolojiyayê piraniya saziyan belavkirina kaxezê ya kevneşopî ber bi sepanên jîr, malperên nûçeyan û bultenên e-nameyê ve xwe berdidin. Ji lewre belavkirina rojnameyan di serdema me de ber bi platformên dîjîtal ve diçe.

Di heman demê de daxwazên gel a kirîna pirtûkan û xwendina rojnameyan pir kêm bûye. Ev bûye sedem ku çanda xwendinê li welat pêşve neçe û her dem di astên jêr de bimîne. Bêguman ev çand dibe ku xwe bispêre ew krîzên aborî, şer û civakî yê ku gel di nava şer û jiyana rojane de pê re rûbirû dimînin û dijîn ku bandor li wan kiriye.

Rojnameya Ronahî rojnameyeke siyasî, civakî, çandî û giştî ye ku ji aliyê Saziya Ronahî ya Belavkariyê ve tê weşandin. Di sala 2011’an de hatiye damezrandin û li Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin. Her mehê carekê 8 hejmaran bi mijarên siyasî, civakî, jin, spor, gotar, tendrustî, jiyan, jîngeh û gelek mijarên din bi zimanê Kurdî û Erebî, derdixe pêşberî xwînerên xwe.

Di mehê de 2 hezar û 688 tê çapkirin jê hezar û 344 bi Kurdî û hezar û 344 jî bi zimanê Erebî li bajarên Rojavayê Kurdistanê tên belavkirin. Lê hefteyê du caran du hejmar tên çapkirin û belavkirin.

Hejmarek ji belavkaran her 2 hezar û 688 rojnameyan belav dike. Du belavkarên jin ên Kurd ji nûçegihana ajansa me re behsa xweşî û zehmetiyên belavkariya rojnameyê kirin.

Gava pêşîn bi şermê û dudiliya dirêjkirina rojnameyê ji xwîneran re dest pê kir

Dîlber Ebas ya ku ji 19 saliya xwe ve dest bi belavkirina Rojnameya Ronahî kiriye îsal 27 salî ye, dibêje ku wê cara pêşîn rojname belav kir pir bi şerm bû sedema wê jî dispêre ku wê qet karek wiha nekiriye û ji bo wê tecrubeya destpêkê bû. Dîlber wiha berdewam kir: “Gava min a destpêkê di belavkirina rojnameyê de bi şermê destpê kir ku çawa em ê derbikevin û rojnameyê dirêjî destên dayîk, bav, parêzer, bijîşk, endezyar û xwediyê firoşgehan bikin. Tirsa me hebû ku rojekê rojname ji destên me neyê girtin û bêrêziyek li hemberî me jinan were kirin. Lê bi demê re em dikaribûn şermê bidin alî û armanca xwe bidin pêş û wiha me têkoşîna xwe heta roja îro berdewam kir.”

Danûstandinên nû bihêzkirina têkiliyên hevaltî û civakî

Dîlber da xuyakirin ku ew wek jinên Kurd dest bi vî karî kir ku berî wan kesê nekiribû û wiha pê de çû: “Ji bo me gavek girîng bû. Bi riya belavkirina rojnameyê me têkiliyên xwe yên hevaltî û civakî bihêztir kir. Me danûstandin bi mirovên nû re çêkir û mirovên dilsoz û hêja jî nas kirin.”

Xwînerên rojnameyê

Dîlber da zanîn ku roja ew rojnameyê belav nekin xwîner daxwaz dikin û mereqa wan zêdetir dibe û wiha pêl da gotinên xwe: “Herî zêde kesên temenê wan mezin rojnameyan dixwazin û dixwînin. Sedema wê jî ew e ku zêde telefonan bikar naynin û meraqa wan ji xwendina rojnameyên çapkirî re zêde ye. Lê nifşên îro 24 demijran bi telefonan re mijûl dibin, mereqa wan a xwendinê kêm e. Bixwazin agahiyek di zûtirîn demê de bi dest bixin û binasin, dikarin peyda bikin û bixwînin. Ji ber bûyerên bi lez û nûçeyên nû yên rojane baştire ku zûtir bigihîje xwîneran, berovajî rojnameyê ye ku di hefteyê de du caran tê çapkirin û belavkirin. Lê bi qasî girîngiya malperên nûçeyan û medyaya civakî û fermî rojname jî xwedî girîngiyek taybet e.”

‘Belavkirina rojnameyê ji bo jinan girîng e’

Dîlber her roja Yekşem û Çarşemê di vê germahiya dijwar de, 100 rojnameyî hildigre û li firoşgeh, ofîs, xwaringeh û li rêwî û xelkên Qamişloyê belav dike. Dîlber ji wan kesên ji civakê ku jê re dibêjin ev kar ne karê jinan e dibêje: “Ev karê min, te û yê her kesê/î ye. Jin çi karî jî bike jinbûna wê kêm nake.”

Emîna Ebas a 36 salî ku sala sêyem Wêjeya Erebî dixwîne dibêje ku 5 sal in karê belavkariya rojnameyê dike.

‘Rojnameya çapkirî zêdetir tê xwendin’

Emîna Ebas got ku nêrîna civakê bûye du beş, beşek mezin bi jinên ku belavkariyê dikin serbilind in û piştgirî didin wan û beşê din jî hê vî karî ji bo jinan biçûk dibînin û bêrêziyê lê dikin û wiha qala karê xwe yê belavkariyê kir: “Em dikaribûn bi îsrara xwe nêrîna civakê bidin guhertin. Ji lewre min hejmara rojnameyên belav dikim zêde kiriye, ji ber ku daxwaza ciwanan û xelkên di kolanan de ji bo xwendina wê pir zêde ye. Beşek ji civakê ku televîzyon an jî telefonên wan tune ne, daxwaza wan a girtina agahiyan pir zêde ye ji lewre rojname ji bo wan dibe deriyek girîng ê xwendinê. Bi hezaran agahî bi riya rojnameyê digihîjin destên xwîneran.”

Emîna Ebas got ku xwendina rojnameyê ji çav û nifşên nû re bi tendrustir û baştir e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojname bi awayê pdf bi qasî ya kaxiz nayê xwendin. Çimkî tîpên wê pir biçûk in û bikaranîna telefonê demdirêj, zirarê li çav dike û dibe sedema nexweşiyên cur be cur.”