KED’ê Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî
KED'ê Komkujiya Geliyê Zîlanê bi van gotinan bi bîr anî: "Em bejna xwe li ber canên ku di oxira ziman, bawerî, maf û heqîqetê de hatine dayîn ditewînin."
Navenda Nûçeyan - Komeleyên Elewiyên Demokratîk (KED) derbarê Komkujiya Geliyê Zîlan ê ya 12-13'ê Tîrmeha 1930'an li navçeya Erdîşê ya Wanê pêk hatibû daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye: “Neyartî û hirseke wisa bûye ku pitikên di zikê dayikên xwe de bi singûyên qul qulî kirine. Em bejna xwe li ber canên ku di oxira ziman, bawerî, maf û heqîqetê de hatinedayîn ditewînin."