"Keça min parastina axa xwe kir"

Dayika bi navê Îslim Terbûş a keça wê di berxwedaniya Heftenînê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a axa Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, serbilindiya xwe ji bo keça xwe ya ku êrîşên ser axa xwe nepejiraniye û ji bo parastina axa welatê xwe berê xwe daye Başûrê Kurdistanê anî ziman.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Talîvan Terbûş bi nasnav Bêrîtan Kobanê di nava malbateke welatparêz de gulana 2001`an li gundê Qeynterê yê Rojavayê Kobanê hatiye dinê. Ji ber Bêrîtan di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, ew rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê nas dike. Li ser vê bingehê Bêrîtan di 1`ê Hezîrana 2015`an de biryar dide beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê bibe. Piştî du salan di sala 2018`an de birayê Bêrîtanê jî heman biryarê dide. Dewleta tirk di 16`ê Hezîrana 2020`an de dest bi hemleyeke leşkerî li Heftanînê kir. Dewleta tirk bi armanca destdayîna li ser Heftenîn û pişt re dagirkirina tevahî xakên Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî û bejahî bi kar anî. Şervanên Tevgera Azadiyê li dijî hemleya dagirkeriyê, Cenga Heftanînê ku bi ser ket dest pê kir. Piştî binketina dewleta tirk di Heftenînê de, balafirên dewleta tirk rojane xakên Başûrê Kurdistanê topbaran dikin. Di encama topbarana dewleta tirk a li Heftanînê, Bêrîtan Kobanê di 13`ê Adara 2021`ê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî nava karwanê cangoriyan dibe.
Dayika têkoşer Bêrîtan Kobanê, Îslim Terbûş, tevlibûna keça xwe nava Tevgera Azadiyê û helwesta xwe li dijî êrîşên dewleta tirk li ser xakên Başûrê Kurdistanê anî ziman û bi me re parve kir. Di destpêka ku Tevgera Azadiyê xwe bi rêxistin kir, malbatên welatparêz ji xwe re bingeh girtin. Ji ber vê zarokên Kurdistanê li ser çanda welatparêziyê mezin dibin. Îslim wiha behsa vê mijarê dike: "Me dilê xwe ji şervanên Tevgera Azadiyê re vekiriye. Zarokên me bi hezkirina vê tevgerê re mezin bûn. Ez dikarim bêjim mala me weke dibistana felsefeya azad bû, ji lewre zarokên min li ser çanda welatparêziyê mezin bûne."
“Ez bi biryara keça xwe serbilind bûm”
Îslim detayên tevlibûna Bêrîtan Kobanê ji şervanên Tevgera Azadiyê re  anî ziman û wiha domand: "Di dan êvarê de komeke ji hevalên keça min Bêrîtan hatin serdana mala me. Di wê serdanê de Bêrîtan birin perwerdeya bîrdozî û dê paşê vegeriya mala xwe. Me jî erê kir û li ser vê bingehê keça me xatir ji me xwest û çû. Perwerde di meha Hezîranê de bû, di wê mehê de jî komkujiya Kobanê çêbû, perwerdeya wan hat rawestandin û Talîvan vegeriya malê. Demek derbas bû, careke din hevalên wê hatin û ew dîsa birin perwerdeyê. Ji ber keça min ji kar û xebatên ciwanan hez dikir, wê jî xwest tevli perwerdeyê bibe. Piştî demekê agahî ji min re hatin ku Talîvan beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê bûye. Zor bû lê ez pê serbilind bûm ku wê biryara jiyana xwe girt."
“Bi min serbilind bin”
Piştî pênc salan ji tevlîbûna Talîvanê, ew di 2021`an de nameyekê ji malbata xwe re dişîne. Îslim naveroka nameyê bi dilgermî tîne ziman û wiha dibêje: "Di dema hemelya rizgarkirina Minbicê, me bihîst Talîvan ji aliyê Çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye girtin. Me gelek pirsî da em bizanbin li ku ye lê me tiştek fêm nekir. Rojekê du kes hatin mala me û gotin me ji we re tiştek aniye. Wan ji min re nameyek ji keça min anîn, wê demê dilê min rehet bû ew li çiyayên Kurdistanê ye û ne di destên dijmin de ye. Talîvanê di nameyê de silavên xwe ji tevahî malbat, dost û hevalên xwe re şand û wiha got: "Dayê bi min serbilind be, ez êdî şervaneke Tevgera Azadiyê me."
Dayik mîna gerdûna biçûk e, hîs û gumanên wê her tim bi cih tên. Îslim beriya keça wê jiyana xwe ji dest bide, vê yekê hîs dike. Ew bi van gotinan hîsên xwe tîne ziman: "Kurê apê min di şerê li Eyn Îsayê de jiyana xwe ji dest da, dema ez çûm merasîma wî hestên gelek cuda dihatin min. Min taya sar digirt û lingên min ez nedigirtim. Di heman rojê de mêvanên me hatin û ji min pirsîn çi ji te hatiye? Min got ji ber lawê apê min şehîd ket, ez wiha bûm. Ew mêvan hatibûn şehadeta keça min ji me re bêjin lê ji min re negotin ji hevjînê min re gotibûn. Hevjînê min jî gelek rêbaz bi kar anîn heta ji min re got keça te şehîd ketiye."
Dewleta tirk piştî binketina li Heftenînê jiya, di 23`ê Nîsanê de dest bi hemleyeke dagirkeriyê ya nû li xakên Başûrê Kurdistanê kir. Îslim Terbûş di dawiya axaftina xwe ev êrîş nirxandin û wiha got: "Keça min şehîd ket û kezeba min pê re şewitî, ji ber vê ez dibêjim Xwedê kezeba tu dayikên Kurd neşewitîne. Ez dibêjim tu dewletên navneteweyî ne alîgirên me ne, li ser xwîna keç û xortên me bazirganiya xwe didin meşandin. Ez bi taybetî ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê dibêjim hûn ne herêmeke serbixwe ne, berovajî hûn bindest in. Çima hikûmeta Başûrê Kurdistanê rê dide dewleta tirk xaka wan dagir bike û zarokên me qetil bike. Ez bi zarokên xwe serbilid im û ez tu carî ne poşman im ku wan ev rê hilbijartin. Çawa li Heftanînê serkeftin misoger bû, dê li Zap, Avaşîn û Metînayê jî serkeftin para me be."