Keça girtiyê nexweş ê 83 salî got: Ev îşkence ye!

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî 26 sal in di girtîgehê de tê girtin ligel nexweşiyên din hefteyek e hafizaya xwe winda kiriye. Keça Mehmet Emîn Ozkan ê ku hefteyeke nikare ji nava cihan rabe Semra Ozkan da zanîn ku her telefona ji wan re tê bi tirs lê dinêrin û anî ziman ku ya ew dijîn îşkence ye û ji bo berdana bavê xwe banga lezgîn kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê tên girtin xirabtir dibe. Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 26 sal in di girtîgehê de ye, li Girtîgeha Tîpa D ya Girtî Amedê tê girtin. Keça Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan da zanîn ku hefteyek berê hişê bavê wê ji serê wê çûye û ji bo girtiyên nexweş, banga hestiyariyê kir û da zanîn ku divê dawî li binpêkirina mafên girtiyan were.  
Jiyan ji bo girtiyên nexweş îşkence ye!
Mehmet Emîn Ozkan ê heta niha li gel nexweşiyên weke guatr, dil, tansyona bilind, qebzbûn û alzeimer nexweşiyên çav, heliyana hestî jî lê zêdebûyî heta niha di girtîgehê de 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û 4 caran jî anjiyu bûye. Mehmet Emîn Ozkan ê nikare pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike kurê wî yê pê re li heman koguşê dimîne lê dinêre.
 "Hişê wî ji serê wî çûye"
Keça Mehmet Emîn Ozkan Selma Ozkan bilêv kir ku di demên dawî de rewşa bavê wê gelek giran bûye. Selma Ozkan anî ziman ku ji ber deng naçe bavê wê di hevdîtinê de naxivin û wiha domand: “Kî ye li ku ye nizane. Di hevdîtinê de tenê rûdinê û li me dinêre. Hafizaya xwe jî winda kiriye. Hefteyek e li ser cihê xwe ye, heta nikare rabe ser xwe jî. Di nava rojê de 10 heban dixwe. Ji ber êdî hebên xwe nas nake birayê min hebên wî didiyê. Çend roj berê çûye ber deriyê koguşê, li derî daye gotiye ez ê biçim malê. Heta nizane di girtîgehê de ye jî. Wê yekê jî ji bîr kiriye.”  Selma Ozkan da zanîn ku mirovek nexweş bi vî awayî di girtîgehê de digrin ev yek ji îşkenceyê zêdetir tiştek nîn e, mirovek temenê wî 83 salî bi metirsiya ku dê derkeve xebatê bike tehliye nakin. Selma destnîşan kir ku ji ber vê rewşa bavê wê her ku telefon jê re tê bi tirs lê dinêre û ji bo girtiyên nexweş banga berdanê kir.
 "Navê vê îşkence ye"
Selma Ozkan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li mirovek nikare bimeşe îşkenceyek wiha dikin. Tenê daxwazek bavê min heye, ew jî ew e ku beriya bimre gundê xwe bibîne. Li mirovek ku taqeta wî nîn e avê vexwe îşkence dikin. Navê vê yekê îşkence ye. Bi bavê xwe re em jî di bin îşkenceyê de ne. Tim hişê min li ser girtîgehê ye.”