Keça Ema Delforno ku li dijî darvekirinan agir berda bedena xwe: Ew lehenga min e

Elena keça Ema Delforno ku di sala 1981’an de li Îranê li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Treviso bedena xwe da ber agir behsa dayîka xwe kir û got: “Ji bo pêşî li qetlîamên li Îran û cîhanê bigrim ez jî niha riya dayika xwe dişopînim.”

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – Li Îranê di sala 1980’an de di dema ku înfazên dijî girtiyan gihayî asta herî jor de aktivîsta mafê mirovan û dayîka sê zarokan Ema Delforno ji bo darvekirina zarokên Îranê protesto bike di Kanuna sala 1981’an de li Treviso bedena xwe da ber agir. Bi rêya serokê Observer ê Îranê ku beşek ji rêveberiya Weqfa dadgeha Îranê Besî Shamari, çîroka Ema Delforno ji keça wê Elana me guhdar kir.

Ema Delforno di sala 1981’an de li Îtalya di qada mafê mirovan de di xebitî û endamê Rêxistina Efû ya Navnetewî bû. Dayîka sê keçên bi navê Elena, Claudia û Giuliano bû. Bi rêya rojnameyên xwecihî çîrokên qirkirin û qetliamên ku di salên 1980’an de li Kurdistanê destpêkirin lêkolîn kir. Piştî şoreşa 1979’an bi avakirina Komara Îslama Îranê re di destpêkê de li Rojhilatê Kurdistanê û li hemû bajarên Îranê ev qetliama ku destpêkirî, ji bo Ema gelek sosret bû û dema ku çîroka her zarokekê dixwend hîsa wê êşê nedihat tarîfkirin. Ji ber vê biryar da ku tiştên ku li Îranê di qewime bigihîne hemû cîhanê.

Dema ku protesto deng bi xwe re ne anî bedana xwe da ber agir

Ema her roj di destê wê de panqart û nivîs û pelê rojnameyên ku nivîs derbarê Îranê de nivîsîn li bajarê xwe çû ber deriyê rojnameya xwecihî û bi rojan protestoya xwe berdewam kir. Lê belê daxwazên Ema bersîv negirt. Ema ku dengê xwe neda bihîstin, ji bo jiyana zarokên ku li Îranê tên darvekirin rizgar bike li ber deriyê rojanameya xwecihî de bedena xwe da ber agir. Ema ku bedena wê hemû şewitibû tenê rûyê wê saxlam mabû.  

‘Dayika me weke lehengek dîtin’

Ema Delforno ku demek dirêj li nexweşxaneyên Îtalyayê hat dermankirin, destûr nehat dayîn ku malbata wê bi wê re hevdîtinê bike. Keça Ema Delforno Elena, wiha got: “Vê demê em ne gelek mezin bûn, em ne di ferqa tiştên dihatin jiyan kirin bûn. Dema ku bavê me got hûn nikarin dayika xwe bibînin, dapîra min û xalêta min berpirsiyariya li me meyzekirinê girtin ser xwe. Piştî demekî me ji çar aliyên cîhanê kir dest bi wergirtina nameyan kir û her roj ji cihên cuda telefonên me yên malên kirin. Mirovan heyranê dayîka me bûn û gotin ew qehremanek e, lê me fam nedikir dayîka me çima bûye qehreman.”           

‘Ew bû lehenga jiyana min’

Roj, sal derbaz bûn û di dawiyê de Elena û xwişkên wê dayika xwe di rewşek pir zehmet de, bi bedenekî bandajkirî dîtin. Her çiqas ev dîmen ji bo Elena û xwişkên wê bi êş bûn jî, ji ber ku êdî li gel dayika xwe bûn kêfxweş bûn. Elena, da zanîn piştre fêrî çîroka dayika xwe ya rast bû û wiha got: “Piştre dema ku min rastiya çîroka dayika xwe fêr bûm, ew bû qehremana jiyana min. Ez jî niha ji bo rêgirtina darvekirin û qetilkirina zarokan a li Îranê û cîhanê, bi rojnamevanî û fealiyetên mafên mirovan rêya dayika xwe didomînim. Aliyê herî nebaş yê vê rewşê, cih negirtina çalakiya wê di medyaya Îranê de, kesên ku di salên ewil de navê wê bihistin jî wê ji bîr kirin û kesek der barê wê de tiştek nebihîst û negot.” 

Ema, îro ne tenê qehremana keçên xwe, qehremana hemû jinên ku li kolan û girtîgehan bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe didin e.