KCDP: Em daneyan eşkere nakin; banga têkoşînê dikin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin biryar girt ku vê mehê daneyên cînayetên jinan eşkere neke. Nûnera Giştî ya Platformê Gulsum Kav, diyar kir ku dane di ser raporan de ne û got; “Ji bo xwîna diherike êdî bisekine em bang li her kesê dikin ku 8’ê Adarê derkevin qadan.”

 
Navenda Nûçeyan- Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ku her meh daneyên qetilkirin û şîdeta li ser jinan eşkere dikir, diyar kir ku dê daneyên vê mehê eşkere nekin. 
KCDP, ji hesabê xwe yê tweeterê# bi etîketa ÇendJin tweet parve kir. Di parvekirinê de wiha hat gotin “Ji bo em cîhanek ku pêdivî bi eşkerekirina daneyan nemîne ava bikin, 5’ê Adarê di saet 18.30’yan de em ê li Beşîktaşê werin ba hev. Bila tu kes hînî hejmaran nebe
daneyên ku hûn her meh dibînin ne tenê hejmar in, jiyana jinan a bi têkoşînê derbas bûye ye.”
Nûnera Giştî ya Platformê Gulsum Kav, bi daxuyaniyeke di medyaya civakî de bal kişand ser  eşkerenekirina daneyan. Gulsum Kav, got ku daneyên heta îro eşkere kirine hejmarên rast nîn in û wiha axivî:  
 “Di Sibata 2021’ê de çend jin hatin qetilkirin? Em vê mehê eşkere nakin. Rêjeyek ku em baş û tam dizanin nabêjin. Ew tenê hejmar nebûn, çîroka rastiya jiyana jinan bûn. Me diyar kiribû ku dikare pêşî li van were girtin lewre jinên ku tu pirsgirêkek wan a tendirustiyê tunebû, tenê ji ber ku mêran xwest hatin qetilkirin. Em ji ber vê yekê naxwazin eşkere bikin û ya rast jixwe em hejmara rastîn jî tam nizanin. Niha li Tirkiyeyê di raya giştî de, ji raporên navgînên ragihandinê yên bawerî bi wan heye û raporên ku em ji serlêdana malbatan amade dikin, heta rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Rawestandin jî aliyek rastiyê nîşan nadin. Lewre rêjeyek ku em nizanin heye û bi mirina bi guman, ev rêje zêde dibe. Her ku diçe em zêdebûna mirina bi guman a ku hejmara wan digihîje cînayetên jinan dibînin. Ji bo vê yekê jî heta niha tu lêpirsîneke baş nehatiye kirin. Ji ber vê em eşkere nakin. Em bi xwe dizanin ku çiqas tên qetilkirin lê ji bo xwîna diherike rawestînin, mirina bi guman bi dawî bibe, lêpirsîna baş were kirin, vê mehê li cihê eşkerekirina daneyan em bang li her kesê dikin ku 8’ê Adarê derkevin qadan.”