KCDP: Di Tirmehê de 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

Li gor rapora Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Tirmehê de li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 9 jin bi guman jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya Tirmeha 2023’an aşkere kir. Di raporê de hat bibîr xistin ku ji sala 2010’an ve daneyên der barê qetilkirina jinan de bi raya giştî re tê parvekirin û hat gotin, “Wezaret jî li şûna ragihînin ku çend jin çima, çawa, ji aliyê kî ve hat qetilkirin, bi gotina daneyên qetilkirina jinan şaş tên amadekirin rastiyan berevajî dikin.” 

‘Em ê têkoşînê bidomînin’

Di raporê de hat gotin ku “Tevî ragihandina rastiya cinayetên jinan û mirinên bi guman ên jinan, pêkanîna pêşniyarên çareseriyê yên ji bo pêşî lê girtina cinayetên jinan jî erkê dewletê ye” û hat destnîşankirin ku ji bo pêkanîna vê erkê ji bo ku hemu xebitîn û wezaret bikevin tevgerê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Di meha Tirmehê de 25 jin hat qetilkirin

Li gor raporê; Di meha Tirmehê de 25 jin hat qetilkirin, 9 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan. Ji 25 jinên ku hatin qetilkirin 6 jê ji ber mîna hevberdanê xwestin, lihevhatinê nepêjirandin, zewacê red kirin, têkiliyê redkirin xwestin biryara der barê jiyana xwe de bigrin, 1 jê jî bi hinceta xapandina kiryar derketiye holê hatin qetilkirin.

‘Heya ku cezayên pêximker neyê dayîn tundî dê berdewam bike’

Di raporê de hat destnîşankirin ku nehatiye zanîn 18 jin bi kîjan hincetan hatine qetilkirin û ev tişt hat gotin: “Tesbît nekirina ku 18 jin bi kîjan hincetê hatine qetilkirin, encama ji nedîtî hatina tundiya li dijî jinan û cinayetên jinan e. Heya neyê tespîtkirin ku jin ji aliyê kî ve û çawa hatine qetilkirin; heya ku darizandinek adil neyê kirin, gumanbar û kiryar cezayên pêximker negrin, tedbîrên pêşî lê girtinê neyê pêkanîn tundî bi ast guhartinê berdewam dike.”

Ji sedî 35’ê jinan ji aliyê mêrên pê re zewicî ne hatine qetilkirin

Daneyên di raporê de cih digre wiha ne: Di meha Tirmehê de ji 25 jinan 8 jê ji aliyê mêrê ku pê re zewicî ye, 7 jê ji aliyê mêrê ku pê re ye, 3 jê ji aliyê mêrên ku berê pê re zewicî bûn, 2 jê ji aliyê kur, 1 jê ji aliyê xizm, 1 jê ji aliyê nasê xwe ve hat qetilkirin. Kiryara qetilkirina 2 jinan û nêzbûna wan nehat tespîtkirin. Ev meh ji sedî 32’yê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicî ne hatin qetilkirin.

Jin herî zêde li malên xwe hatin qetilkirin

Ji sedî 12’ê jinan li mala xwe, 4 li kolanê, 2 li otelê, 2 li seyareyê, 1 li eraziyê, 1 li erdekî dûr, 1 li cihê kar, 1 li kêleka avê hatin qetilkirin. Nehat tespîtkirin ku jinek li ku derê hatiye qetilkirin. Ji sedî 48 ji jinan li malên xwe hatin qetilkirin.

Jin herî zêde bi çek hatin qetilkirin

Ji sedî 16 ji jinan bi çekan, 5 bi amûrên birînê, 1 bi lêdanê, 3 bi fetisandinê hatin qetilkirin. Ji sedî 64’ê jinan bi çek hatin qetilkirin.