KCDP: Di meha sibatê de 16 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora KCDP’ê, ya meha Sibatê; di mehekê de 16 jin hatin qetilkirin û 21 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya têkildarî cînayeên jinan ên di meha Sibatê de hatine kirin, eşkera kir. Li gorî raporê, di meha Sibatê de 16 jin hatin qetilkirin û 21 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Ji sedî 25’ê ji hêla mêrê pê re zewicandî ve hatine qetilkirin. Ji sedî 69 li malên xwe hatine qetilkirin û her wiha ji sedî 56 jin jî bi çekê hatine qetilkirin.