KCDP: Di meha Gulanê de 21 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên meha Gulanê ya KCDP’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 21 jin hatine qetilkirin û 20 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nuçeyan – Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên meha Gulanê parvekir.

Li gorî rapora KCDP’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 21 jin hatine qetilkirin û 20 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Di meha Gulanê de ku her kêm 14 jin ji aliyê endamên malbatên ve hatin qetilkirin û seranserê salê ev hejmar gihiştiye 86’an.