KBG’ê salê bi çalakî bi dawî kir: Kujer li malên me ne

Li Sultangaziya Stenbolê endamên KBG’ê der barê qetilkirina 3 jinan de di 10 rojan de çalakî li dar xistin û diyarkirin ku hemû rojên salê li dijî êrîşên bi têkoşîna hevpar derbas kirine û gotin: “Kujer li mala me ye, polîtîkayên pêşîlêgirtinê li ku ye?”

Stenbol – KBG (Jin Bi Hevre Hêz In) şeva 30’yê Kanûnê li Sultangaziya Stenbolê ji ber qetilkirina 3 jinan di nava 10 rojan de bi dirûşma ‘Kujer di malên me de ne, polîtîkayên pêşîlêgirtinê li ku ne?’ Çalakiya dawî ya salê li gel Piştevaniya Jinên Sultangaziyê li ber deriyê Mala Cemê ya Gaziyê hat lidarxistin. Di çalakiya ku hejmarek zêde rayedarên rêxistinên jinan û siyasetmedar beşdarbûn de pankartên ‘Cînayetên jinan polîtîk in’ û ‘Kujer di malên me de ne, polîtîkayên pêşîlêgirtinê li ku ne’ vekirin. Beriya çalakiyê li ber deriyê Mala Cemê  ûderdora wê hejmarek zêde ya polîs û wesayîdên binçavkirinê dor girtin.  

Di çalakiya ku dovîzên ‘Cînayetên jinan polîtîk in’ ‘Em di Îsyanê dene’, ‘Ne cuda tundiya mêr e’, ‘Malbata we xira bibe’, ‘Em ne malbat in em jin in’, ‘Cihê sûc malbat e’ dem bi dem dirûşmên ‘Em îtaeta mêr, hevjîn, bav, patron, yên mêr nakin’, ‘Em bêdeng nabin, em natirsin îtaat nakin’ berz kirin. Piştre navê hemû jinên ku hatine qetlkirin xwendin û bi hev re dengê xwe bilind kirin û  gotin ‘Li vê derê ye.’

Piştre li ser navê KBG’ê Evrîm Guvenir metna çapemeniyê xwend. Evrîm Guvenîr diyar kir ku li gorî rapora wekheviya kureyî ya sala 2023’an a Tirkiye, di nava 146 welatan de di rêza 129’an de ye û bal kişand ku mêr ji polîtakayên desthilatdariyê hêz û cesarete digre.

Evrîm Guvenir diyar kir ku ji aliyê mêr ve di nava 11 mehan de 399 jin hatine qetilkirin û wiha got: “Kujer hevjîn, hevjînê berê, bav, bira, kur û mêrên di nava malbatê de ne. Desthilatdarî li cihê ku polîtîkayên pêşîlêgirtin û parastinê pêk bîne li hemberî jinên ku rastî tundiyê hatine li mafê xwe bigerin astengiyan çêdikin, hewl didin me di malên tundî têde heye bigrin. Peymana berfireh a ku li beramberî tundiya mêr a li dijî jinan heye, Peymana Stenbolê ku desthilatdarî şevekê jê derket, li cihê pêşîlêgirtina tundiya ku her roj zêde dibe, bi polîtîkayên bêcezatiyê piştgiriya mêran dike. Jinên ku ji bo mafên xwe têkoşînê dikin û li jiyana xwe xwedî derdikevin bi salan bi awayek bê maf li girtîgehan digrin. Hewl didin jinên ku dixwazin ji tundiyê dûr bikevin û li mafên xwe bigerin paşve bikşînin. Êrîşên li ser mafên me yên ku me bi saya têkoşîna xwe bi dest xistine berdewam dike. Kujer bi qerewatên xwe salonên dadgehan tije dikin, daketina mêran digrin, jin li qereqola ku daxwaza parastinê dikin, dibêjin ‘li hev werin’ û dişînin malên wan.”

‘Em malbata ku ferzkirina mêr tê de reîs e qebûl nakin’

Evrîm Guvenîr da zanîn ku tifaqa dijminê jinan qanûna hejmar 6284 bi awayek aktîf pêk nayne û li dijî jiholêrakirinê êrîş berdewam dike û wiha got: “Ji Diyanetê, heta Wezareta Malbatê, ji tarîqatan heta reisên malbatê hemû ji bo pîrozkirina malbatê seferber bûne. Hewl didin jinên ku ji bo azadiya xwe têkoşînê dikin û LGBTI+ kontrol bikin û girtîgehan ava bikin. Malbata pîroz, bi gotina malbata bi hêz, malbata ku ji bo me ferz dikin, ji bo jin, LGBTI+ em dizaninin tê çi wateyê. Lênêrîna zarokan, lênêrîna pîran, paqijî, fikirîna jiyana hemûyan nedîtina keda me û ne beramberiya kedxwariyê, em malbata ku li me ferz dike mêr reîs e û ji 6 salî û pê ve destdirêjiya zarokan dike, destdirêjiyê vedişêre, dibêjin ‘ola me ye’ diparêzin, ji zarokatiya me ve em ê çawa tevbigerin fêrî me kiriye, ferz dikin, daxwazên me, hebûna me tune dibînin, me dikujin û tundiyê pêk tînin qebûl nakin.”

‘Li dijî êrîşan em dest ji mafên xwe bernadin’

Evrîm Guvenîr destnîşan kir ku ev demek dirêje weke polîtakayek ya dewletê li Taxa Gazî madeyên hişber û rê didi çeteyan û wiha got: “Her sal koçe, dibîstan û taxên me bê ewletir dibin, her roj li hevdana çeteyan, em dibînin ku tundiya mêr a li malên me ji hev ne qûte. Em êrîşên li dijî mafên me û jiyana me dibînin. Em jin li dijî van êrîşan dest ji jiyana, maf û têkoşîna xwe ne berdin. Meha bûrî di nava 10 rojan de 3 jin ji aliyê mêrên di nava malê de li Sultangaziya hatin kuştin em hatin ba hev, em gelek bi hêrs in, em dest ji hev û têkoşîna xwe bernadin.”

‘Em bêdeng namînin natirsin û îtaet nakin’

 Evrîm Guvenîr peyama ku wê di salê de têkoşîn bê navber berdewam bike da û got: “Em di malbatên ku ava kirin de tên kuştin, keda me tê xwarin, em rastî destdirêjiyê tên, kujer di mala me de ne. Em dipirsin, polîtîkayên pêşîlêgirtinê li ku ye? Kujer tên parastin, di Peymana Stenbolê de desthilatdariya ku şevekê ji biryarnameyê de derketî destkeftiyên mafên me 6284 êrîşên li dijî mafên me, nefeqe berdewam dike, em ê li dijî êrîşan, bi hev re bin û dibêjin em bêdeng nabin, natirsin, îtaat nakin.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Cînayetên jinan polîtîkin’, ‘Em bêdeng nabin, natirsin, îtaat nakin’ bi çepik û tililiyan bi dawî bû.