‘Karolîferên ku dibêjin arîze heye bi rojan e venakin’

Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, koguşa ku yek jê nexweş du girtî dimînin, karolîfer bi gotina ‘arîze heye’ bi rojane girtiye. Girtî ji ber sermayê çend qat cilan li xwe dikin û bi betaniyeyan xwe germ dikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Îdir- Greva birçîbûnê ya ku girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji roja 27’ê Mijdarê ve dane destpêkirin didome. Greva birçîbûna ya ku bi daxwaza ji “Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin didome pê ve girêdayî zextên li ser girtiyan jî zêde dibin. Li girtiyan cezayê hucre û disîplîn tê birîn, vîtamîn nadin wan û bi derbkirinê gelek binpêkirin çêdibin.

Tenê du jinên girtî hene!

Yek ji wan girtîgehên ku ev binpêkirin lê heye jî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ye. Li girtîgeha ku tenê du jinên siyasî lê dimînin, Rûken Yildiz û Muruvet Kesen di heman koguşê de 7 sal in girtî ne. Herdu girtiyên ku tevli greva birçîbûnê bûne, karolîfera li koguşa wan bi gotina ‘ariza heye’ bi rojane girtî ye. Girtiyan bi riya malbatên xwe rewşa heyî ji raya giştî re ragihandin.

‘Karolîfera ku dibêjin bi arîze ye bi rojan e naxebite’

Têkildarî rewşê em bi birayê Rûken Yildiz Alper Yildiz re axivîn. Alper Yildiz diyar kir ku di axaftina dawî ya bi telefonê de Rûken gotiye ku bi rojan e xwe bi cil û betaniyeyan germ dikin. Rûken Yildiz diyar kir ku bi gotina ‘arîze heye’ karolîferan venakin û got ku wan daxwazname dane îdareyê. Alper Yildiz diyar kir ku di cihekî serma weke Îdirê du jinên girtî li dihî ku karolîfer tune ye dimînin û wiha domand: “Xwişka min 7 sal in di girtîgehê de ye. Dema ku wê birin Îdirê salek bi tenê ma. Dûre wê û hevaleke din girtin heman odeyê. Bi destpêkirina grevê re ew jî ketin greve. Çend roj berê grev bi dawî bû. Herî dawî dema em axivîn got ku karolîfera odeya lê dimînin girtî ye, cihê wan pir serma ye.”

‘Nexweşiya dil û tansiyonê pê re heye!’

Alper Yildiz diyar kir ku nexweşiya tansiyonê bi xwişka wê Rûken re heye û di qapaxa dil de jî pirsgirêk pê re heye û wiha axivî: “Xwişka min nexweşa tansiyona bilind e. Ji bo tehliye bibe me serlêdan kir lê ATK’ê rapora “dikare li girtîgehê bimîne” da. Em hê jî serlêdan dikin. Di vê sermaya zivistanê de girtiyên nexweş mehkûmê sermayê tên kirin, ev yek nayê qebûlkirin. Divê ev rewş gaveke zûtir çareser bibe. Girtî ji germahiyê jî bêpar tên hiştin. Îro li hemû girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin. Van binpêkirinên ku mirovî û hiqûqî nîn in divê bi dawî bibin.”