Karkerên jin ên Tunisî bi neheqî û newekheviyê re rû bi rû ne

Karkerên jin ên paqijiyê ku li Qesrîna Tûnisê dijîn, bi heqdestek kêm dixebitin. Jinan diyar kir ku di serî de destdirêjî û heqaret, gelek pirsgirêkan dijîn lê ruxmê van rewşan gilî dikin jî encamen nagirin.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis – Li bajarê Qesrînê jinên ku ji ber zor û zehmetiyên aborî neçar dimînin bi heqdestek kêm bixebitin, ji ajansa me re behse van pirsgirêkên ku dijîn kirin.

Coma Nasrî ya ku karê paqijiyê dike, diyar kir ku ew saet di navbera 07.00 û 12.00’an de dixebitin û wiha got: “Peywira me paqijkirina cadeya mezin e. Dema em kolanan paqij dikin, xwelî radibe. Tevî ku em di mercên xirab de dixebitin û keda me zêde ye jî, xebata me fermî nîne. Salên borî unîforma didan me, lê niha wê jî nadin.”

‘Dikandarên mêr bi me de diqîrin’

Coma Nasrî diyar kir ku di sala 2014’an de dest bi xebatê kiriye, destnîşan kir ku ji wê çaxê heta niha heman karî dike û wiha domand: “Tevî ku em kedeke zêde didin jî, mehaneya me pir kêm e. Pereyê me têra deynên me nake. Ligel vê em rastî muameleya xirab a dikandaran tên. Hinek ji wan bi ser me de diqîrin û ji me dixwazin em qirş û qal û zibaleyên li ber  dikanên wan berhev bikin. Ji ber binpêkirinan, dema em ji rayedarên têkildar re gilî dikin jî dibêjin ‘biçe ba Walî.’ Kesek ku mafên me biparêze tuneye.”

‘Ji ber ku dema paqijiyê xwelî radibe nexweş ketim’

Coma Nasrî da zanîn ku dema cadeyan paqij dike her tim rastî destdirêjiyê tê û wiha domand: “Şaredarî dema ku pêdivî dibîne, bi kampanyayên paqijiyê me dişîne mizgeft, şaredarî û cihên din û em nikarin neçin. Em bi saetan dixebitin û bi awayê westiyayî vedigerin malên xwe. Ji ber karê paqijiyê her tim xwelî radibe, nexweş ketim. Min ji Nexweşxaneya Manastirê rapora ‘divê li cihên bi xwelî nexebitim’ girt. Beriya çend mehan tevî ku min wan belgeyan pêşkêşî îdareyê kir jî, bersiv nedan min.”

‘Hemû kolan ji aliyê 6 jinan ve tên paqijkirin’

Yek ji karkerên paqijiyê jî Halîma Al-Nourî ye. Halîma diyar kir ku çend jin karên gelek giran dikin û kolanên bajarê Qesrînê bi serê xwe paqij dikin. Halîma wiha got: "Em 6 jin, tevahiya kolanên bajêr paqij dikin. Peywirdar her roj berê me dide cîhek û bi şev be jî em neçar dimînin hemû kolanên bajêr paqij bikin. Min ji bankayê kredî kişand. Mehaneya ku distînim têra min nake. Hevjîn û zarokên min hene, keça min a mezin lîsans dixwîne û hêza min têra lêçûnên wan nake.”

‘Destdirêjî û heqaret li me tên kirin’

Halîma da zanîn ku lepik û maske nadin wan, loma neçar dimînin ji malên xwe tiştên ji bo paqijiyê bînin û wiha domand: "Ji ber zoriyên aborî em nikarin li mafên xwe bigerin û li dijî vê rewşê serî rakin. Destûra me ya salane mehek e, em wê jî li gorî pêdiviyên xwe di nava salê de her carê çend rojan bi kar tînin. Dema ku dixebitin em rastî destdirêjî û heqaretan tên, lê mirovên baş ên ku xwarinê didin me û dema ku ereboka me giran e ji me re dibin alîkar jî hene.”

‘Berpirsyar li me gilî dikin’

Halîma diyar kir ku tevî van mercên zor û xirab jî tenê ji bo debara zarokên xwe bikin dixebitin û wiha got: “Ez naçar im ji bo zarokên xwe fedakariyê bikim, lewre alternatîfeke din tuneye. Dema em kolanan paqij dikin, berpirsyarên me dema ku şaşiyek me dibînin, girtekan digrin û pêşkêşî îdareyê dikin. Di rewşên bi vî rengî de ji heqdestên me yên rojane dibirin.”

‘Ger em paqijiyê nekin dê bajarê me Qesrîn qirêj bimîne’

Fatima Boallaq jî diyar kir ku paqijkirina kolan û qadan karekî zor e û wiha got: “Tevî van hemû zoriyan jî, ji bo jin bikaribin debara xwe bikin ez wan teşwîq dikim. Di civakeke baviksalar de em ji karê paqijiya li kolanan kêfxweş nînin, lê ger jinên karker kolan, bazar û cîhên çûnhatinê paqij nekin, dê bajarê Qesrînê qirêjî bimîne.”