Kargeha Şems jinan di warê aborî de bi hêz dike
Kargeha Şems a li Xezayê, ji bo jin bikaribin bixetin hatiye vekirin. Di pêvajoyeke ku çavkaniyên debarê pir kêm in, jin bi vê kargehê malbatên xwe xwedî dikin û pêdiviyên xwe yên sereke bi cih tînin .
NAGHAM KARAJEH
Xeza- Komeleya Hawa ya Pêşerojê ji bo piştgiriyê bide jinan, kargeha Şems vekir ji bo derfetên kar ji jinên Xezayê re peyda bike. Armanca bi vê kargehê ew e ku jin, li şûna daxwaza alîkariyê bikin malbatên xwe, bi keda xwe xwedî bikin.
Li kargehê di beşa dirûtina cilan de dixebite
Meha Ebo Şawîş, 42 salî ye, di kargehê de kartê dirûtinê dike û pê debara jiyana xwe û malbata xwe dike. Der barê karê xwe de dibêje: “Ji 15 salan ez li malê karê dirûtinê dikim heta niha şansê min tunebû derfeteke kar di saziyekê yan jî kargehekê de bibînim.”
Meha Ebo Şawîş bi tenê hemû malbata xwe ya ku ji 7 kesan pêk tê xwedî dike, du zarokên wê astengdar in, yên din jî li dibistan û zanîngehan dixwînin. Ew axaftina xwe didomîne û dibêje: “Hevjînê min çend sal in ji ber nexweşiyê bêkar e. Her dem ez hewl didim karekî berdewam ji xwe re bibînim ji bo pêdiviyên malbata xwe peyda bikim.”
Ji karê grafîkê ber bi dirûtina cilan ve
Selwa Herib a 27 salî jî dibêje ku wê bi dîzayna grafîkê dest bi xebatê kiriye piştre karê dîzayna cilan û dirûtina wan dike û dibêje: “Min gelekî hewl da karên nêzî pisporiya xwe ya dîzayna grafîkê bi mûçeyek kêm be jî bibînim lê rewş li Xezayê gelekî xirab bûye, em weke jin ji kar hez dikin ji bo pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin û barê malbatê sivik bikin.”
Selwa Herib destnîşan dike ku 2 salan ji bo derfeta kar hewl daye, hêvî dike ku kargeha Şems jiyana wê ber bi pêş ve bibe û dibêje: “Ez bi şev û roj kar dikim ji bo kargeha Şems dest pê bike û kar tê de zêde bibe.”
Bi xebatên komeleyê hewl didin pirsgirêkên jinan çareser bikin
Ji aliyê din ve rêvebera Komeleya Hewa ya Pêşerojê ku di sala 2007’an de hatiye damezirandin Lemya Ebo Herib dibêje: “Komele girîngiyê dide jinan û xizmetguzariyên perwerdeya, pêşveçûn û hewarçûnê jî pêşkêş dike. Tevî ku dorpêç û astengiyên li Xezayê berdwam dikin jî em riya xwe didomînin, bi qasî dikarin hewl didin zextên li ser milên jinan kêm bikin.”
Der barê armancên giştî yên komeleyê de Lemya Ebo Herib diyar dike ku komele hewl dide hişyariya civakî ya jinên ciwan di hemû waran de zêde bike, wan perwerde bike, bi pêş bixe û karînên wan ên pîşeyî ava bike rola wan di civakê de xurt bike. Li gel xebatan, şêwrên zagonî, civakî, derûnî û perwerdehî ji jinên Filistînî re pêşkêş dikin.
Di bin banê komeleyê de kargeha Şems vekirin
Lemya Ebo Herib balê dikşîne ku jin li herêmên paşguhxistî dudil in bên komeleyê daxwaza kar bikin, lewma ew fikiriye kargehek dirûtinê ji bo jinan ava bike û li ser vê yekê Komeleya Hawa ya Pêşerojê kargeha bi navê Şems a dirûtinê vekiriye. Lemya wiha didomîne: “Min 7 alavên dirûtinê anîn kargehê û min pêdiviya me ji jinên di vî warê de kar dikin re ragihand, 7 jinên xwedî malbat dest bi kar kirin.”
Der barê astengiyên li pêş wan de jî Lemya Ebo Herib destnîşan dike ku proje weke projeyên din rastî gelek astengiyan hatiye û dibêje: “Nebûna dahateke berdewam ji karmendên kargehê re pirsgirêk e, tu girêdan an hevkarî bi dikanên bazirganiyê re heta niha jî çênebûye lewma ragihandina bazarê ji kargeh û berheman re lewaz e.”