Kar, cudakarî û jinbûn: Li Îranê têkoşîna jinan ji bo perwerdê

Li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya terikandina perwerdehiya jinên gundewar û koçer, bi bandora cudakariya çînî û zayendî ya di civakê re, gihîştiye astekî metirsîdar. Belavbûna zehmetiyên aborî bandorê li ser perwerdehiya jinên çîna navîn jî dikin.

NIYAN RAD

Mahabad – Li Rojhilatê Kurdistanê xizaniya madî û çandî, bi zêdebûna lêçûnên jiyanê re, li ser jiyana zarokên keç ên li herêmên gundewar û nîştecihbûnên civakên xizan, siyek giran ava kiriye. Gelek zarokên keç, bi zengila dawîn a piştî dibistana seretayî, neçar dibin dev jî perwerdehiya xwe berdin. Lêçûnên bilind ên dibistanên leylî, pirsgirêkên ewlehiyê û pêşaniya malbatan a ji bo perwerdehiya zarokên kur, derfetên perwerdehiyê yên zarokên keç sînordar dike. Ev cudakarî, bûye sedema bandorek neyînî ya li ser perwerdehiya jinên din li Îranê û heta xeyalên zarokên keç ên çîna navîn ên li bajaran jî guhertiye. Tevî ku jin di mijara bidestxistina pêşerojek baştir de xwedî xwestek û daxwazek mezin in jî, ji ber zextên aborî û cudakariya zayendî, tên neçarkirin ku li malê bimînin an jî dev ji xeyalên xwe berdin.

Bandora cudakariyê ya li ser jinan

Li gelek taxên gundewarî û xizan, xizaniya madî û çandî bi nebûna derfetan re dibe sedema astengkirina perwerdehiya zarokên keç. Li gorî daneyan, li herêmên gundewar û koçer ên li Îranê, rêjeya terikandina dibistanê ya zarokên keç, rewşek pir bilind û tirsnak e. Zêdetirê zarokên keç ên koçer, piştî qedandina dibistana seretayî perwerdehiya xwe berdewam nakin û rêjeya terikandina dibistanê ya zarokên keç ên herêmên gundewar yên di navbera temana 15 û 17 salî de, sê qat ji ya li bajaran zêdetir e.

Li gelek gundan, ji bo zarokên keç dibistan tenê heta rêfa 6an vekirî ye. Ji bo gelek zarokên keç, zengila dersa dawî ya dibistanê, dibe sedema bidawîbûna jiyana perwerdehiyê. Lale Muhammedî ya 17 salî ya li navçeya Xelîfan a Mahabadê dijî, digel xwesteka xwe ya zêde ya xwendinê jî yek ji wan keçan e ku nekarî biçe dibistana amedeyî jî. Lale Muhammedî, wiha got: Malbat neçar dibin zarokên xwe bişînin gundekî din an jî dibistana leylî. Lê belê, ev yek ji bo zarokên kur zêdetir tê qebûlkirin. Ji ber ku zehmetiyên rê, hawirdorek ji malê dûr an jî zirarên civakî çêdibin. Gelek zarokên keç ji vê rewşê bandor dibin û nikarin xeyalên çûyina zanîngehê jî bikin. Ger mirov di destpêkê de ji tiştekî bêpar bimîne, nikare di vê mijarê xeyalan jî bike.”

Zehmetiyên aborî û xizaniya kûr

Bihayên defter, çente, pêlav û cil û bergan roj bi roj bilindtir dibe. Malbatên ku ji yek zêdetir zarokên wan hene, nikarin hemû pêdiviyan peyda bikin. Di hawîrdorekî ku ji bo perwerdehiya zarokên kur hêviyek mezintir heye de, zarokên kur di perwerdehiyê de pêşanî ne. Dibistanên leylî bi salan, ji bo zarokên keç ên li herêmên gundewar yekane derfeta perwerdehiyê bû. Lê belê lêçûnên dibistanên leylî, lêçûna stargeh, xwarin û cil û bergan ewqas zêde bûne ku gelek malbat nikarin vê yekê dabîn bikin. Malbat ger derfet hebe, zarokên xwe yên kur dişînin dibistanê şevînî û zarokên keç jî li malê bihêlin.

Kevîn H. ya ji gundê Şarweiranê, têkildarî mijarê wiha got: "Zarokên kur digel zehmetiyên aborî jî, dikarin bixebitin û di betlaneyên havînê de pereyan jî kom bikin, lewma malbat zêdetir piştgirî didin zarokên kur. Lê belê di demên dawî de, ji ber rewşa aborî, malbat ji zarokên keç re dibêjin, 'di perwerdehiyê de pêşeroja we nîne', Bi lêçûnek ewqas bilind re nekevin vê rêyê’ û pêşiya perwerdehiyan digrin.”

Mîna li herêmên gundewar, li gelek taxên xizan û bajaran jî, derfetên zarokên kur ên çûyîna zanîngehê ji zarokên keç zêdetir e. Tevî ku zarokên keç di vê mijarê de zêdetir xwestekîn jî, ji ber şert û mercên aborî yên heyî zêdetir ji perwerdê bêpar dimînin.

Bêparbûna ji perwerdê dibe sedema zewaca zarokan

Ev bêparî, ne tenê pêşeroja takekesî ya zarokên keç tûne dike, di heman demê de di civakê de çerxekî xizanî û newekheviyê jî didomîne. Zarokên keç ên dev ji perwerdehiyê berdidin, bi gelemperî di temenê biçûk de neçarî zewacê tên kirin. Bêyî zanebûn û jêhatiyên têrkêr, dikevin nava zewacê û civakê û ev rewş wê bibe sedem ku jin û zarokên nifşên pêşerojê jî heman cudakariyan bijîn. Gelek zarokên keç jî, neçar bimînin xeyalên xwe yên perwerdehiyê bi awayekî erzantir şêwe bikin.

Bandora xwe li zanistiyê jî dike

Aktîvîsta perwerdehiyê Sima Şerîfî jî di vê mijarê de wiha axivî: "Dema ku zaroka keç neçe dibistanê, tenê ew ji derfetan bêpar namîne, di heman demê de zarokên wê yên pêşerojê jî dê ji vê newekheviyê zirar bibîne. Perwerdehiya jinan, tê wateya şikandina çerxa xizaniyê. Lê bêle, li gelek herêman ev çerx hê jî girtî ye. Di roja me ya îro de xizanî, bandora xwe li her aliyekî perwerdehiya jinan dike û di malbatên çîna navîn de jî, zarokên keç di qadên mîna zanist û zanistên civakî de rastî eleqedariya pir kêm tên. Ji ber di mijara lêçûna bilind a perwerdehiyê û nepêkanîna van lêçûnan de fikarên wan hene. Di encamê de, berê xwe didin qadên kar ên demkurt û mûçeyên kêm.”