Kanada xelat da 2 rojnamegerên Îranê

Rojnamegerên kanada ji bo derbirîna azad Xelata Çapemeniya Azad ya Navnetewî da rojnamegerên Îranî Niloofar Hamedi û Elahe Mohammadi.

Navenda Nûçeyan – Niloofar Hamedi  û Elahe Mohammadi yên ku destpêkê qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn, ji aliyê dewleta Îranê ve bi îdiayên “sîxûr” tên darizandin. Rojnamegerên Kanada (Canadian Journalists for Free Expression-CJFE), ji ber ku qetlîama Jîna Emînî ji cîhanê re ragihandin û ji ber vê yekê tên girtin xelata Çapemeniya Azad ya Navnetewî dan Niloofar Hamedi û Elahe Mohammadi.

Xelata Çapemeniya Azad ya Navnetewî xwedî dîrokek e ku 40 salan derbas dike.