Kamyonên alîkariyê 9 roj li bendê man lê Tirkiyeyê nehişt derbas bibin
Rêveberiya Xweser alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê şandin lê ji ber ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn astengkirin 9 roj bûn konvoyên alîkariyê li bendê man ji ber ku destûr nedan derbas bibin, paşve vegeriyan.
Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê Sibatê de ji bo Tirkiyeyê 30 tankên sotemeniyê û 20 komvoyên alîkariya mirovî şandibû lê ber ku Tirkiyeyê destûr neda derbas bibin paşve vegeriyan.
Rêveberiya Xweser hewl da ku alîkariyê bigihîjîne mexdûrên erdhejê lê belê Tirkiyeyê rê neda ew alîkarî bigihîjin cihê xwe. Şandeyên navneteweyî ji bo alîkariyê bigihîjin herêmên erdhejê bûn navbeynkar lê belê ev hevdîtin jî bê encam man.
Li ser astegkirina alîkariyan, Rêveberiya Xweser diyar kir ku bi rojan komvoyên alîkariyê yên ku li deriyê Um Cilûd sekinîn şûnde vegerandine.