Kampên li Xezayê gef li tendirûstiya mirovan dixwe

Hîdaya Hasaneyn a li kampa başûrê Xezayê dijî got: “Em hêdî hêdî dimrin” û diyar kir ku jiyana di konan de gelek zehmet e. Her wiha destnîşan kir ku di konên ji bo 7 kesan de 16 kes dimînin û gelek nexweşî xwe didin der.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê 11 meh e didome. Di wan êrîşan de ji 40 hezarî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes jî birîndar bûne, bi milyonan kes ji cîhç xwe bûn. Li başûrê Zivala Xezayê de kesên koçber bûne li cîhê dimînin bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Bi taybet jin û zarok bi awayek pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bêpar têdikoşin.

‘Kon weke cîhê hêdî hêdî mirinê ye’

Hîdaya Hasaneyn a ji cihê xwe bûye jiyana konan wek ‘hêdî hêdî mirin e ‘ pênase kir û wiha got: “Ev 7 meh in em di konan de dijîn. Di havînê de ji ber germahiya zêde jiyana me hîn zehmetir dibe. Dibe ku mehên zivistanê ji yê havînê baştir derbas bibe nizanim lê kon ne me ji germahiyê ne jî ji baran û sermayê dikare biparêze. Ev konên ku ji paçan hatine çêkirin wek mirinek hêdî hêdî ye. Encax kesên ku di konan de dijîn bizanibin ez çi dixwazim bibêjim. Malek me fireh û odeya her kesî  hebû û di van çadiran de jiyankirin rewşek ku em zorê qebûl bikin e. Di van konan de tenê çend doşek, balîf û qutiyên pêwistiyê heye.”

‘Ji bo jinan cîhek taybet nîne’

Hîdaya Hasaneyn diyar kir ku ji ber ketina roketên bi mehane di nav de jin û zarok jî bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir: “Pêwîste bê zanîn ku jin di van konan de çawa xwarinê çêdikin, cil û bergên xwe çawa dişon û çawa ku ew satil û lalikan paqij dikin. Li kêlek vê cîhek jinan ya taybet nîne, Tiştek tune û serşok bi rêbazên kevn tê kirin. Li kampê rewşek kaosê heye û jin di dema xwe ya mehane de zehmetiyan dikişînin. Kon ji qumaş û perçeyên naylon pêk tên û li hember guherînên hewayê parastinê nadin. Ji ber vê sedemê bi taybetî di nav jin û zarokan de dibe sedema nexweşiyên çerm ên wekî xwir, hestiyariya tavê û alerjiya çerm. Ji ber ku avê paqijî tune ye demek dixwaze ku baş bibe.”

Di konekî 7 kesî de 16 kes dimînin

Hîdaya Hasaneyn, anî ziman ku bi şev bi gezkirina mêş û kêzikan re rû bi rû mane û wiha got: “Ava qirêj li derdora konan e ji ber vê kêzik, mar û kêzik û dûpişk li derdora konan tê dîtin. Jin û zarokên koçber bi şev ji tirsa dûpişk û maran nikarin razên û çûna tuwaletê  jî dibe kabûs. Her roj ez bi gezkirina kêzikan û ji germayê jiyar dibim ku laşê min diwerimînin. Laşê me ji ber xwêdana berdewam û ne şûştinê tehrîş bûye. Ez êdî nikarim bi vî rengî bijîm. Em 16 kesan di konên ji 7 kesan zêdetir nikarin tê de razînin dene. Dema ku ez di xew de bûm, laşê min ji nişka ve bû rêya ku her kes were li ser derbas bibe.”