Kampanyaya Sêşema na ji Darvekirinê re: Greva birçîbûnê ya li dijî sêdarê berfireh dibe
Di du salên dawî de li Îranê herî kêm 3 hezar û 888 kes hatine darvekirin. Di nav kesên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn de zarok jî hene. Girtiyên siyasî bi grevên birçîbûnê bang li raya giştî dikin.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji Darvekirinan re’ li 58 girtîgehên cuda yên li seranserê Îranê di hefteya xwe ya 129’an de didome. Girtiyên li girtîgeha Borujen jî vê hefteyê tevlî grevên birçîbûnê bû.
Di daxuyaniya ji aliyê kampanyayê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku di du salên dawî de, ji dema ku serokê hikûmeta Velayer-e Feqîh (parêzvaniyê) Dolat Pezîzkîan, hat tayînkirin ve, hejmara darvekirina kesan bi awayek berbiçav zêde bûye û heta niha herî kêm 3 hezar û 888 kes hatine darvekirin.
Her wiha kampanyayê da zanîn ku dema ku hikûmeta serdest ji bo pêşîgirtina protestoyên gel darvekirinan pêk tîne, di heman demê de ji bo ku di warê zextên hundirîn de xwe mafdar derbixe, ji şerên derve dûr nakeve.
‘Heta niha 3 hezar û 888 kes hatine darvekirin’
Daxuyaniya kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ wiha ye:
“Du sal piştî tayînkirina Dolat Pezîzkîan wek Serokê hikûmeta Velayet-e Feqîh, hejmara darvekirina mirovan bi awayekî bi fikar zêde bûye, heta niha herî kêm 3 hezar û 888 kes hatine darvekirin. Li gorî raporan, hefteya borî li girtîgeha Adelabadê ya Şîrazê girtiyeke jin a 52 salî hat darvekirin.
Piştî van komkujî û zextan, em dibînin kesên ku di xwepêşandanên meha Çileya 2026’an de hatin girtin, rastî cezayên giran û darvekirinê tên. Ji bilî bi dehan kesên ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatine darvekirin, zêdetirî 100 girtiyên siyasî yên ku navê wan hatiye eşkerekirin niha di bin xetera cezayê darvekirinê de ne. Li gorî raporên dawî, di doza ‘Meydana Elîxanî’ ya li Esfahanê de cezayên darvekirinê li 12 girtiyan hatiye birîn:
Çar caran cezayê darvekirinê li Elîreza Sepahî ku di sala 2002’an de ji dayîk bûye, sê caran cezayê darvekirinê li Ebolfazil Sepahî ku di sala 2004’an de ji dayîk bûye, du caran cezayê darvekirinê li Elîreza Raîsî ku di sala 2005’an de ji dayîk bûye, du caran cezayê darvekirinê li Xaem Huseyînî ku di sala 2006’an de ji dayîk bûye, du caran cezayê darvekirinê li Gul Mihemed Muhemmedî, welatiyekî Efgan ku di sala 2002’an de ji dayîk bûye, Emîr Huseyîn Safarî (1998), Emîr Huseyîn Malekî (2006), Elî Deştî (2006), Emîrhuseyîn Ebrahîmî Analojeh (2006), Şervîn Bagheriyan (2007), Erfan Esfandiarî (2007) û Ebolfazl Ebrahimî (2007) lê hatine birîn. Li gorî Peymana Mafên Zarokan, sê ji van girtiyên siyasî di dema girtina xwe de zarok bûn.
‘Gardiyanan bi ser beşa girtiyên siyasî ya girtigeha Evînê de girtin’
Di çalakiyek din a zextê û dijminên jinan de, roja Yekşemê, 11’ê Tîrmehê, gardiyanên Girtîgeha Evînê êrîşî beşa girtiyên siyasî yên jin kirin û hewl dan jinên ku li dijî zêdebûna hejmara kesan li koxuşê xwepêşandan dikirin, bitepisînin.
Li gorî agahiyan ji roja Duşemê ango 13’ê Tîrmehê ve, girtiyên li Beşa 2 ya Qizilhisarê ji bo protestokirina birina şeş girtiyên din ên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn ji bo hucreyên yekkesî, dest bi greva birçîbûnê kirine.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tebaxa borî, hezar û 500 girtiyên di vê beşê de darvekirina girtiyên ku ji sûcên qaçaxkariya madeyên hişbir tên sûcdarkirin şermezar kirin, bi greva hefteyekê dikaribûn darvekirina girtiyan bisekinînin. Berpirsên girtîgehê soz dan ku dê darvekirina van girtiyan ji nû ve binirxînin.
Ji aliyê kampanyayê ve hat kirin
Kampanyayê fikarên xwe yên li ser rewşa girtiyên ku li Girtîgeha Qizilhîsarê bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne anî ziman û bang li raya giştî kir ku bi taybetî ji bo kesên di çarçoveya xwepêşandanan de cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, dengê xwe bilind bikin.
Di çarçoveya kampanyayê de, hat ragihandin ku di hefteya 129’an de, girtiyên li tevahî 58 girtîgehan, di nav de girtîgeha Evîn, Qizilhîsar, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Kerçek, Tebrîz, Urmiye, Meşhed, Şîraz, Ehwaz, Kirman, Senendec, Kirmaşan û Brojen, beşdarî greva birçîbûnê bûne.