'Kampanyaya ku ji bo jinên Xezayê divê vegere hewildanên rast'

Seher El Qewasma diyar kir ku kampanyaya navneteweyî ya ku li dijî êrîşên Îsraîlê hatiye destpêkirin divê ji dirûşmeyan derbas bibe û got: “Ji bo Îsraîl ji sûcên xwe yên li dijî jinên Filistînî berpirsiyar bê girtin divê kampanya vegere hewildanên rast.”

NEXEM KERACE

Xeza – Rêvebera Giştî ya Weqfa Edwar Seher El Qewasma der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê û êşên ku gel bi taybet jinan jiyane nirxand û diyar kir ku piştî êrîşan karesateke mezin rû da.

Seher El Qewasma got: “Êşa jinên ku di êrîşan de mal, cihên jiyanê, malbat û zarokên xwe ji dest dane, li navendên stargehê yên ku koçber bûne, didome. Di êrîşên qirkirinê yên li ser Xezayê de 12 hezar jin hatin qetilkirin. Gelek malbat di encama topbaranan de di bin kavilan de man

‘Gelek jin dibin kavilan de jiyana xwe ji dest dane’

Seher El Qewasma destnîşan kir ku jinên li Xezayê li hember hilweşîneke mirovî ne normal tên ji ber hejmara kesên tên qetilkirin û wendakirin rojane zêde dibe û wendakirin bûye beşek ji jiyana wan û wiha domand: "Hin malbat bi giştî ji lîsteya sivîl bi sedema topbarana hêzên Îsraîlê yên dijwar derketine û winda bûne. Hin jin hene di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane bêyî ku hejmara wan were naskirin. Dîmenên gelekî bi êş dubare dibin. Dayîk navên zarokên xwe li ser bedena xwe dinivîsin mîna ku ji nişka ve bombebaran çêbibe û jiyana xwe ji dest bidin."

‘Ji ber nebûna xwarinê dayîkên ducanî bi xeteriya mirinê re rûbirû ne’

Li gorî daxuyaniyên neteweyî 15 hezar jinên ducanî yên nikarin bi tendirûst xwarinê bixwun hene û bi  xeteriya mirinê re rûbirû, kurtajê yan jî jidayîkbûna bi lez in ji ber xwarin û baldariya tenduristî tune ne. Gelek jinên ducanî jî li navendên stargehan ên tijî bi bikaranîna alavên ne paqij jidayîk bûn û di encam de gelek ji wan tevî zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan.

Seher El Qewasme got: "Girtina kilînîkan û nexweşxaneyên tenduristiyê hiştin şopandina tenduristî ji jinên ducanî û jinên nû jidayîkbûne re nemîne. Zarokên nûbûyî jî bê şîr mane. Dîmenên dayîkên nikarin şîr bidin zarokên xwe û zarokên nûbûyî yên li hember birçîbûneke kujer rûbirû ne dijwariya şer didin xuyakirin. Jin li wan deveran nikarin xatir jî ji zarokên xwe yên windayî bixwazin. Nasnameya windahiyan nayê naskirin. Malên jinan tên rûxandin û barên li ser milê wan zêde dibe. Li Xezayê rojane jin tên qetilkirin. Di her kêliyê de jin dikevin bin kavilan de. Jinên din jî winda dibin. Serjimariyên derbarê kuştiyan de jî tune ne. Jinên li aliyê Rojavayî û Zîvala Xezayê berê xwe dan saziya 'rolên ji bo guhertina civakî' ji bo alîkariyên sereke bidest bixin. Lê belê ev ked rastî tengasiyên dagirkeriyê tên ji ber hejmara maşîneyên alîkariyan yên dighêjin herêmên wêrankirî kêm dikin."

‘Azarên jinên xwedî pêdiviyên taybet bê hejmar e’

Seher El Qewasme Di heman demê de bal kişand ser rastiya li ser jinên xwedî pêdiviyên taybet hatiye ferzkirin û wiha pêl da axaftina xwe: "Jinên xwedî pêdiviyên taybet li hember pirsgirêkên zehmetiyên duqat dijîn. Gelek ji wan neçar dibin di bin tava rojê ya germ de riyên dirêj bimeşin û rewşa wan a tenduristî hilweşe. Gelek jin hene di dema xwexilaskirinê de ji malbatên xwe qut bûne û negihîştine cihên bi ewle. Dema gihîştina navendên stargehan jî jinên xwedî pêdiviyên taybet pêwîstiyên xwe yên taybet nabînin. Nexweşxane jî bê derman in.”

Seher El Qewasme behsa kampanyayên ku di asta cîhanî ji bo Filistînê tên lidarxistin kir û got ku divê ev kampanya asta dirûşmeyab derbas bike. Seher El Qewasme bang kir ku Îsraîl divê ji ber sucên li Xezayê bê darizanadin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Tevî hemû keda tê dayîn pêwîstiya jinên Filistînê bi piştgiriyeke navneteweyî ya mezintir heye. Divê em girîngî bidin belgeyên binpêkirinê yên li dijî jinên Filistînî hatine kirin ku dengê jinên Filistinî bigîhêje hemû cîhanê. Ev deng divê bihêlin civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî berpirsyariyên xwe pêk bînin. Jinên Filistînê mîna çiyayan serbilind in û barên herî giran radikin."