Kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi dawî bû

Kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê li bajarê Qamişloyê bi dawî bû. Di kampanyayê de 3 milyon û 699 hezar îmze hat komkirin.

Qamişlo- Di 9’ê Sibata 2023’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve kampanyayeke komkirina îmzeyan hatibû destpêkririn. Gelek însiyatîfên mafnasî, siyasî, jin û ciwanan tê de beşdar bûn û bûn alîkar. Jixwe îmze ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de çend bajarên Sûriye û Lubnanê jî hatin komkirin. Îro li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi amadebûna bi dehan ji şêniyên Qamişloyê, partiyên siyasî, parêzer, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin û ciwanan û malbatên şehîdan, daxuyaniya bidawîkirina kampanyayê hat dayîn.

Daxuyaniya ku ji aliyê parêzer Aynûr Paşa ve hat xwendin, wiha bû:

“Gelê Sûriyeyê bi hemû netew, mezheb, bawerî, ol, pêkhate û beşên xwe ve di  vê demê de bi peyamên xwe ji bo hemû hêzên komploger nîşan dan û ji bo ku  asta hezkirin, piştgirî, bawerî û  îsrara xwe  ya ji bo azadiya Rêber Ocalan nîşan bidin û pîroz bikin, di rojbûna wî de bi navê Însiyatîfa gelêrî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyayê da destpêkirin.

‘Gel bi hemû pêkhateyan azadiya Rêber Ocalan dixwazin’

Bi van îmzeyên ku bi ahengî wergerandine, hezkirin, piştgirî û baweriya xwe bi fikir, felsefe û doza Rêber Ocalan re diyar dikin. Vê kampanyaya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berfirehî dest pê kir, li gorî derfetên ku di destên wan da hebûn, li bajarên Sûriyeyê, Şam, Heleb, Selemiye, Hums, Hema, Suweyda, Laziqiye û Quneytşîrayê bi berfirehî dest pê kir. Îsbateke teqez e ku hemû netew, ol, mezheb, kom û beş, heta çi astê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan ve girêdayî ne, ev fikir û felsefe ji bo çareseriya hemû doz û pirsgirêkên heyî yên ku nehatine çareserkirin, di Rojhilata Navîn de û di nav de jî pirsgirêka Sûriyeyê zemîna herî saxlem e.

Ji ber ku em bawer in  bi girîngiya rola encûmana Yekitiya Ewropayê û hemû sazî û dezgehên mafên mirovan ên navneteweyî di çareserkirina daza Rêber Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî de. Em daxwaz dikin ku ev rol bê aktîfkirin, îrade û daxwazên hemû gelên ku bi doza wî bawer in li ber çavan bên girtin.

Encamên komkirina îmzeyan: 3,669,090 îmze

Minbic: 711,180.  Reqa: 701,845.  Qamişlo: 625,343.  Hesekê: 603,800.  Dêrezor: 337,708.  Tepqa: 281,332.  Firat: 134,570.  Heleb: 103,857.  Efrîn - Şahba: 51,212  .  Hundirê Sûriyê: Şam - Heleb - Laziqiye - Suweyda - Quneytera - Selamiye - Tertûs - Hama - Hums: 6,243

 Koçberên Kurd li Lubnanê: 12.000Hêzên Parastina Civakê: 100.000

Hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê: 3,669,090

‘Ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin’

Em spasiya her kes û aliyên ku bûn alîkar bi me re dikin. Her wiha  em hezkirin û  spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yê bi netewe, ol û mezhebên xwe yên cuda dikin ji ber pîrozbahiya bi heybet bi rojbûna Rêber Ocalan û bi vê wesîleyê berdewamiya kampanyayê heta azadiya Rêber Ocalan teqez kirin.

Her wiha em hewl didin komîteyekî ava bikin ku van encaman bigihîjîne encûmana Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên pêwendîdar ên navneteweyî.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû