Kampanya YRJ’ê ya li dijî darvekirinê: 36 hezar û 398 îmze kom bûn

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) encamên kampanya îmzeyan ya ‘Na ji darvekirinê re’ bi daxuyaniyekê ragihand. YRJ ragihand ku di çarçoveya kampanyayê de ji gelek welatan 36 hezar û 398 îmze hatine komkirin.

Qamişlo – Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 12’yê Tebaxê de li dijî cezayên darvekirinê ku rejîma Îranê da rojnameger Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî kampanya îmzeyan ya ‘Na ji darvekirinê re’ bi daxuyaniyekê ragihand. YRJ encama kampanyayê ku ji aliyê gelek saziyan ve piştgirî hat dayîn, bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyaniya encamê kampanyayê ji aliyê rojnamevan û endama Meclisa YRJ’ê Sorgul Şêxo ve û ya bi Erebî ji aliyê  Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Xetîce Mirza ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha bû: "Me wekî rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin sîwaneya Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) de kar û xebatê dimeşînin, li hemberî kiryarên dewleta Îranê û dayîna cezayê darvekirinê li dijî çalakvana mafên mirovan Şerîfe Muhammedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Kampanyaya me 12’ê Tebaxê bi dirûşmeya “Na ji darvekirinê re” dest pê kir.

Kampanya li gelek deveran deng veda

Kampanyaya me di raya giştî ya Herêma Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê de deng veda.  Biryar bû ku kampanya 19’ê Tebaxê bi dawî bibe, lê li ser daxwaza gelek sazî û çalakvanên mafên jinan a tevlêbûnê, me dema kampanyayê dirêj kir.

Kampanyaya ku 14 rojan dewam kir, îro (26’ê Tebaxê) bi dawî bû. Komîteyên me yên têkildar ji dehan saziyên ragihandinê yên jin, saziyên civaka sivîl ên jinan û saziyên hiqûqî îmze wergirtin.

36 hezar û 398 îmze hatin komkirin

Di encama kampanyayê de ji rojnamevan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her çar aliyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tunis û welatên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatin komkirin. Kesên ku îmzeyên xwe dane, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, rojnamevan, endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û saziyên hiqûqî û kesayetên serbixwe bûn.

Sazî û rêxistinên ku tev li kampanyayê bûne ev in:

Rêxistinên Kongra Star a Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê û Ewropayê

Meclisa Jinan a Sûriyeyê

Kombûna Jinan a Zenûbiya

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DED

Navenda Lêkolînên Jineolojiya

Weqfa Jina Azad

Rêxistina Sara

Aboriya Jinan

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Rêveberiya Xweser a Kantona Minbicê

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Nûjen û Demokratîk

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî

Partiya Muhafezkaran

Komeleya Sawişka ya Jinan

Partiya Yekitiya Suryan

Yekitiya Jinên Suryanî

Akademiya Civaka Demokratîk

Meclisa Edaleta Civakî

Partiya Sûriyeya Pêşerojê

Hêzên Parastina Civakî HPC

Nivîsgeha Jin a Tevgera Civaka Demokratîk

Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyeyê

Partiya Welatparêzên Azad

Meclisa Siyasî ya Şoreşgerî

Tevgera Pêşeroja Kurdistanê

Partî Demokratîk Kurdistanî-Sûrî

Pirtûkxaneya Herekol

Keskesora Alan

Partiya Kesk a Demokrat

Ermenên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Tûra Fermandarên Aştiyê ya Jinan

Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan

Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava

Desteyên Jinan ên Kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê

Heyva Sor a Kurd

Tevgera Hîlala Zêrîn

Parêzer û bijîşkên ji tevahî kantonan

Desteya Perwerde Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî mamosteyên wê

Komeleyên Çerkes û Tirkmanî yên li Minbicê

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TJAÊ)-Şengal

Weqfa Jinên Êzidî ya Şengalê

Doplomasiya Jinên Êzidî ya Şengalê

Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropa

Hiqûnqasên Ewropa

Kombûna Amazîxî ya Cîhanî

Kombûna Piştgiriya Projeyên Çandiniyê-Tûnis

Koordînasyona Mexribê ya Meşa Cîhanî y a Jinan

Rojnamevanên ji Kurdistanê, çalakvanên ji Misir, welatên Ewropa, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Lubnanê jî tev li kampanyayê bûn.”

‘Xebata me dê li vir bi dawî nebe’

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku wê îmzeyên hatine komkirin ji saziyên navnetewî re bê şandin û ev agahî hat dayîn: “Em beşdarên kampanyaya xwe agahdar dikin ku em ê lîsteya îmzeyan ji Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, Human Rights Watch û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas re bişîni.

Xebata me dê li vir bi dawî nebe. Li ku derê dibe bila bibe em ê sûc pêkanên li dijî jinan têne ragihînin, ta edalet pêk were û rola pêşang a jinan di civakê de mîsoger bibe.

Wê piştgiriya me ya ji bo serhildana "Jin, Jiyan Azadî" û pêkanîna têgehên wê bidome.”