Kampanya li dijî qirkirina jinên pêşeng
Di 10’ê Gulanê de bi beşdarbûna 74 rêxistinên jinan û 181 kesayetên siyasetmedar û hiqûqnas li ser asta tevahî cîhanê, kampanya li dijî qirkirina jinên pêşeng hat ragihandin. Endama Têkiliyên Diblomasî ya Kongreya Star Pencewîn Elî armanca kampanyayê anî ziman ku dê di çarçoveya teşhîrkirin û belgekirina kiryarên dewletên desthilatdar der heqê jinên pêşeng de be.
Di 10’ê Gulanê de bi beşdarbûna 74 rêxistinên jinan û 181 kesayetên siyasetmedar û hiqûqnas li ser asta tevahî cîhanê, kampanya li dijî qirkirina jinên pêşeng hat ragihandin. Endama Têkiliyên Diblomasî ya Kongreya Star Pencewîn Elî armanca kampanyayê anî ziman ku dê di çarçoveya teşhîrkirin û belgekirina kiryarên dewletên desthilatdar der heqê jinên pêşeng de be.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Di dema dawiyê de li tevahî cîhanê tayîbetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina jinan ji aliyê dewletên desthilatdar ve zêde bûye. Her dem kampanya û çalakiyên cuda ji bo parastina jinan ji aliyê rêxistinên jinan ve tên lidarxistin. Di 10’ê Gulana 2021’ê de bi beşdarbûna 74 rêxistinên jinan û 181 kesayetên siyasetmedar û hiqûqnasan li ser asta tevahî cîhanê, bi armanca teşhîrkirin û belgekirina kiryarên dewletên desthilatdar der heqê jinên pêşeng de bi dirûşma “Ji bo jiyanê em tevna parastinê birêsin û qirkirina jinan a siyasî rawestînin” kampanya hat ragihandin. Têkildarî mijarê Endama Têkiliyên Kongreya Star Pencewîn Elî ji me re axivî.
Armanca kampanyaya li dijî qirkirina jinên pêşeng
Pencewîn armanca kampanyaya li dijî qirkirina jinên pêşeng anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di 10’ê Gulana 2021’ê de kampanya li dijî qirkirina jinan hat ragihandin, ev kampanya ji demeke dirêj ve bi riya civîn û nîqaşên onlayn amadekariyên wê hatin kirin. Gelek sazî û dezgehên jinan li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê di nav amadekariyan de bûn. Di vê dema dawî de êrîşên li ser jinan bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê ji aliyê dewletên desthilatdar ve zêdetir bûn her wiha gelek însyatîf û kampanyayên bi vî rengî li dijî tundî û qetilkirina jinan hatin lidarxistin. Parastina jinan û xwedîderketina li van jinên pêşeng erka me hemû jinan e. Me weke Rêxistina Kongreya Star pêwîstî dît beşdarî vê kampanyayê bibin û mafên hemû jinan bi dest bixin. Armancên me jinan hemû yek in teşhîrkirin û belgekirina kiryarên dewletên desthilatdar der heqê jinên pêşeng de.”
74 rêxistinên jinan û 181 kesayetên serbixwe beşdarî kampanyayê bûne
Pencewînê bal kişand ser hejmara sazî û dezgehên jin ên beşdarî kampanyayê bûne û wiha domand: “Parastina jinan erk e li ser milê me, ji bo wê pêwîst e em bi vîneke xurt armancên xwe bighînin serî. Di kampanyayê de 74 rêxistinên jinan û 181 kesayetên serbixwe ji jinên siyasetmedar û hiqûqnasan li ser asta cîhanê beşdar bûne. Di heman demê de Ofîsa Jin a Partiya Pêşeroja Sûriyeyê cihê xwe di nava vê kampanyayê de girtiye. Tevlibûna saziyên jinan bi ragihandina kampanyayê re gaveke pir pîroz û girîng e. Di dema pêş de em ê weke nameyekê binivîsin û ji tevahî rêxistinan re rêbikin, da tevlibûneke me xurt tê de hebe. Dê xebatên pir balkêş û serkeftî di hundirê kampanyayê de bên pêşxistin.”
“Gava destpêkê wê 4 panel werin lidarxistin”
Pencewîn destnîşan kir ku planên destpêkê yên vê kampanyayê û wiha bi dawî kir: “Bi danasîna vê kampanyayê re weke gava destpêkê em ê 4 panêlan li dar bixin. Ev panel wê di çerçoveya sûcên şer ên der heqê pêşengên me yên jin de be, me belgeyên xwe hazir kirine da di demên pêş de di dadgehên navneteweyî de em bi kar bînin. Yek ji planên me jî ew e em dadgeheke alternatîf bi zîhniyet û edaleta jinan li gorî pîvanên demokrasiyê ji bo darizandina kujerên jinan ava bikin. Qetilkirina jinekê tê wateya destdirêjiya ser nirxên tevahî jinan, ji bo em xwedî li doza jinan derkevin me pir pêwîstî bi vê kampanyayê dît. Em ê xwedî li têkoşîna xwe derkevin û civaka xwe bigihîjînin aramî û azadiyê.”