‘Kampanya 16 Rojan li dijî tundiyê hişyariyê ava dike’

Jinên Qahîre derbarê ‘Kampanya 16 Rojan’ ya ku NY her sal di 25’ê Mijdarê de li seranserî cîhanê dide destpêkirin de nirxandin û diyarkirin ku bi armanca ku li dijî tundîtûjiyê li hemû cîhanê avakirina hişyariyê ev kampanya giring e.

ASMAA FETHI

Qahîre – Çalakiyên di çarçoveya Kampanyaya Navneteweyî ya 16 Rojan a pêşîlêgirtina tundîtûjiya li ser jinê de, destpê kirin. Li gora raporên saziyên navneteweyî li giştî cîhanê rêjeya tundtûjiya beramberî jinê zêde bûye. Li gor Yekitiya Wekheviya Zayendî û Hêzdarkirina Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li gîştî cîhanê ji her 3 jinan 1 jê di jiyana xwe de rastî tundîtûjiyê tê. Ji jinên ku tundîtûjî li beramber wan tê kirin kêmî ji sedan 40’ê wê daxwaza alîkariyê dikin. Yekîtiyê di heman demê de bal kişand ser zewicandina zarokan. Jinên Qahîre derbarê diçarçoveya Kampanya 16 Rojan de binpêkirinên ku jin rastî tên nirxandin.

‘Li dijî tundiyê divê polîtakayên demdirêj ava bikin’

Rêvebera Bernameya Jin Ked û Mafên Aborî li Weqfa Jinê ya Nû Mai Saleh bal kişand ser giringiya  kampanyaya cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û got: “Em bi xebatê armanc dikin tundî, binpêkirin û cihêkariya zayendî ku jin rastî tên bigihînin hemû cîhanê.  Kampanya sûdek mezin dide saziyên ku derbarê tundîtûjiyê de xebat didin meşandin. Weke weqf em jî ev demeke xebat didin meşandin. Di dema kampanyayê de xebatên derbarê tundîtûjiyê de zêde bûne, yek jî tedbîrên ku li dijî tundîtûjiyê em bigrin guherîna zagonê ye, ya din jî guherîna zîhnyetê ye. Ji ber vê divê xebatên di çarçoveya Kampanya 16 Rojan de zêde bibin, dosya werin amadekirin û li dijî tundîtûjiyê divê polîtakayên demdirêj werin avakirin.”

 ‘Kampanya hişmendiyê dide avakirin’

Seroka Lijneya Rêvebir a Komeleya Pêşengan a Walîtiya Îskenderiyeyê Ola Samir Mohamed destnîşan kir ku Kampanyaya 16 Rojan ji bo hişyarkirinê gelek giring e û wiha got: “Bi vê awayê saziyên ku di mijara mafê mirovan de di xebitin li derdora ku hedef dikin de deng vedaye. Di rastî de em dizanin gelek jinên ku hay ji tundîtûjiya ku li beramber wan tê kirin nîn in, hene.  Ên ku tundîtûjiyê normal dibînin jî hene. Di dema kampanyayê de hişmendiya li dijî tundîtûjiyê zêde dibe. Di dema kampanyayê de hem di aliyê fail hem jî di aliyê jinên ku rastî tudîtûjiyê tê de hişmendiyek tê avakirin.”

Seroka Lijneya Rêvebir a Komeleya Kalamiyê ya ji bo lênêrîna kesên xwedî pêwîstiyên taybet Damiana Saadî wiha got: “Kampanyaya 16 Rojan, di aliyê li dijî tundîtûjiyê avakirina hişmendiyê de gelek giringe. Kampanya ku dê16 rojan berdewam bike, ji bo hişyarkirina jinên xwedî pêwîstiyên taybet an jî ew dayikên ku zarokên wan xwedî pêdawîstiyên taybet, ji ber ên herî zêde rastî tundîtûjiyê tên ewin ji bo bikarin bi wan re eleqeder bibin di aliyê avakirina hişmendiyê de xebat tên meşandin.”