Kamer Ketbavî ya ji Helebê: Pêwîstiya me bi qadek bi ewle heye
Jinên Sûriyeyî bi ketina rejîmê re hêvî dikirin ku wê piştî şer, demek tije hêvî destpê bike. Lê belê ji ber bê aramî û zextên aborî, êş û azarên jinan ên bi awayên cûda, cardin destpê kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-almadt-jpg039739-image.jpg)
GUFRAN EL-HEBIS
Heleb – Li Helebê jin her tim bûne kevirên bingehîn ên civakê. Lê belê şer hemû aliyên jiyana wan ji kokê guhert. Piştî ketina rejîmê, hêvî dikirin ku wê jin di nava ewlehî û aramiyê de gavan bavêjin nav serdemek nû. Lê belê rastî hê zortir bû. Travmayên ku ji ber windakirina hezkiriyên wan ava bûn, tirsa pêşerojê û zextên aborî yên ku zêde bûne, rewş hê xirabtir kirin. Jixwe gelek ji wan ku bi tenê mala xwe rêve dibin, yan jî bi barê ku hewl didin li dijî astengiyên civakê têbikoşin re rûbirû dimînin.
Tengasiyên dûbare bûne û rastiyên bi êş
Jinan her dîtin ku dîsa bi tengasiyên mezin re rûbirû nin. Dijwariyên mezin ên ku ji şer wêdetir e, dîtin. Ji warên xwe bûn, xizanî û bê ewlehî, di her qadên jiyanê de şopên kûr hişt. Yek ji wan jinên ku hewl dane van hemû tengasiyan derbas bikin jî Kamer Ketbavî ya 30 salî ya dayîka du zarokan e. Ji ber ku di şer de hevjînê xwe jidest da, neçar ma berpirsyariyê bi tena serê xwe rake û bû mînak ji bo bi sedan jinên ku heman êş kişandine.
‘Ez hîs dikim ku her roj di têkoşînekê de wenda dikim’
Kamer Ketbavî tiştên ku kişandiye, wiha anî ziman: “Bi ketina rejîmê re, fikirîm ku wê jiyanek hê baştir destpê bike. Lê belê rastî gelek bi êş bû. Piştî ku min hevjînê xwe di şer de wenda kir, li gel malbata wî ez vegeriyam jiyanê. Xizanî û tiştên neyînî di her gavê de li pey min bûn. Dema ez zarokên xwe li malê rûniştî dibînim, dizanim ku zarokên din diçin dibistanê, kezeba min diperite. Perwerde tekane hêviya wan e, lê belê di van şert û mercan de ez ê çawa lêçûnên dibistanê peyda bikim? Hema dibistan bê pere be jî, em cil û pirtûkan hema bêje nikarin peyda bikin. Ez naxwazim zarokên min bê perwerde mezin bibin. Lê belê di bin vê berpirsyartiyê de difetisim. Ez hîs dikim ku her roj di têkoşînekê de wenda dikim. Ev êdî ji bo jinên li Helebê bûye êşeke hevpar.”
Birînên ku nehatine dermankirin
Piştî 8’ê Kanûna 2024’an jinên li Helebê, bi awayek derûnî xwe di nava şerek mezin de dîtin. Travmayên giran ên ku derbas kirin, di ruhê wan de êşên kûr vekir. Dibe ku ev birîn neyên dîtin, lê belê li pişt deriyên girtî, di balîfên ku di nava rondikan de xeniqîne de, hê jî bêdeng xwînî dibe. Kamer Ketbavî hestên xwe yên derbarê wan rojên dijwar de jî bi van gotinan anî ziman: “Nayê bîra min ez kengî di nava aramiyê de razame. Her carek ku çavê xwe digrim, cardin kêliyên ku min koç kirî, dengê bombeyan, rûyê zarokên min ên di nav tirsê de tên bîra mîn. Her çend sibehê şiyar bibim jî, fikarên di hundirê min de tu caran dest ji min bernedan. Her tim ez vê pirsê ji xwe dikim: sibe ez ê zarokên xwe çawa têr bikim? Ez ê pêşerojek çawa pêşkêşî wan bikim? Hinek caran bedena min ji westanê hildiweşe, serêş tu car ji min kêm nabe.”
Jiyanek tim di nav tirsê de
Kamer diyar kir ku gelek caran hêza axaftina bi zarokên xwe re di xwe de nabîne û sedema wê wiha vegot: “Her tim di nava çerxa tirs, fikar û bê hêvîtiyê deme. Kengê bixwazim jê derbikevim, xwe cardin di destpêkê de dibînim. Kes fêm nake ku ez çi dijîm. Civak jî li hember jinên ku hewl didin li ser piyê xwe bisekinin nêzîkatiyek bêrehm nîşan dide. Hinek caran ez wisa hîs dikim ku di hundirê min de, li gel min û di dinyaya derdora min de şerek ku didome heye. Xwezî cîhek ku ez lê biqîrim û kes min nedarizîne hebûya. Tenê kesek ku min fêm dike û bimin re bibe alîkar ku ez vê êşê derbas bikim hebe…”
Piştevaniya jinan, cardin rabûna ser piyan
Li Helebê jin li dijî zextên derûnî û civakî têdikoşin. Kamer Ketbavî ji êşên ku dikşîne, hewl dide peymanek tije hêvî derxwe. Lê belê ji bo ev hêvî rast bibe divê civak û saziyên alîkariya mirovî, bikevin nav tevgerê. Kamer Ketbavî destnîşan kir ku jin ne lawaz in, berovajî wê xwedî wê hêza ku tevî her tiştî rabin ser piyan in û wiha got: “Lê belê ji bo vê jî pêwîstiya me bi destek ku dirêjî me bê kirin heye. Xeyala min, avakirina navendek taybet a ji bo me ye. Di van navendan de, ji bo ku şopên şer ên ku di ruhê me de hatine hiştin bên jêbirin, piştevaniya derûnî bê dayîn. Di heman demê de perwerdeyên pîşeyî û atolyeyên ku jinan beşdarî civakê bikin hebin. Ji ber ku dizanim gelek jinên mîna min hene, jinên ku xeyalên wan ên mezin û ji ber şertan hatine astengkirin… ev navend wê tenê ji bo başbûnê nebe stargehek, di heman demê de wê deriyê cardin vegera li jiyanê, cardin bikene û hîs bike ku ne bi tenê ye, vebe.”
‘Me têr êş û trajedî dîtin niha dema başbûn û avakirinê ye’
Kamer bang li saziyên civaka sivîl û komeleyên alîkariya mirovî kir û wiha got: “Bila me bi hişmendiya berpirsyariyê bibînin. Tenê nebêjin, gavên rast jî bavêjin. Ne tenê ji bo ku em sax bimînin, ji bo ku em xwe ji nû ve bibînin û ji bo pêşerojek ronî, ji bo malbata xwe ava bikin, em hewceyî piştevaniyê ne. Me têr êş û trajedî jiyan kir, niha dema başbûn û avakirinê ye. Ev bangeke aşkera ye, ji bo ku civak jinan hembêz bike û piştevaniyê bike.”
Tevî êşê hêvî jî heye
Tevî van hemû zorî û zextên derûnî, Kamer Ketbavî hê ji bo hemû jinên li Heleb û li Sûriyê çirûska hêviyê di dilê xwe de dihewîne. Kamer ji bo pêşeroja Sûriyê û hêviyên xwe yên ji vê pêşerojê, wiha got: “Ez bawer dikim ku wê rojekê jin bê tirs û bê dûrxistin, di Sûriyeke nû de ku mafê xwe bidest bixe de bijîn. Ez pêşerojek wisa xeyal dikim ku keçên me ji firsendên kar û perwerdê sûd bigrin, şer û zorî ji bo wan nebe asteng. Ji ber jinên Sûriyê, xwedî wê hêz û îradeya ku hemû tengasiyan derbas bikin e. Tenê pêwîstiya me bi qadek bi ewle ku em xwe tê de bînin ziman û pergaleke piştevaniyê heye. Wê pêşeroj ne asan be, lê belê ger em îro bikevin nav tevgerê, wê avakirina wê pêkan be.”