Kamala Harris bû namzeda serokomariyê ya Partiya Demokrat

Kamala Harris di hilbijartinên serokomariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), de bû namzeda Partiya Demokrat.

Navenda Nûçeyan- Partiya Demokrat a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) ragihand ku cîgira serokê DYA’yê Joe Bîden Kamala Harris piştî ku ji sedî 99 deng girt, ji bo namzediya Partiya Demokrat ji bo hilbijartinên serokomariyê hat hilbijartin.

Kamala Harris dikare bêyî dengdanê cîgirên xwe diyar bike.

Tê payîn ku hilbijartinên serokatiyê yên DYA’yê di 5’ê Mijdara îsal de pêk werin.