‘Kakayî ji ber gotinên civakê baweriya xwe vedişartin’

Dagirker û dijminên Kurdan her dem hewl dane pêkhate û baweriyên cuda û gelê Kurd, qir bikin. Ji ber wê, baweriya Kakayî ku baweriya Kurdên resen e, heta niha di bin metirsiya tunebûnê de ye.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Baweriya Kakayî baweriya kevin a Kurdan e, li gorî gotinên dîroknasan serhildana vê baweriyê di bin navê ‘Ehlî heq, Yarsan û Kakayî’ de derketiye ne ji bo herêm û navçeyan taybet e. Kakayî li herêmên Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan niştecih bûne. Li Rojhilatê Kurdistan weke Yarsanî û li Başûrê Kurdistanê jî weke Kakayî tên binavkirin.

Baweriya Kakayî her dem rastî êrîşên komên bawermendên tundraw hatine. Lê belê ji berê ve heta niha maye û hatiye parastin. Di vê baweriyê de girîngeyek mezin didin xwezayê, parastina wê dikin û pîroz dibînin. Zimanê wan ê sereke Maçû ye, ji ber komkujiya çandî piraniya ciwanan niha nikarin bi vî zimanî biaxivin.

Kakayî xwedî dîrokek bi êş in, ên ku hewl dan dîroka Kakayiyan binivîse hewldana guherîna dîrokê dane. Muzîk di nava Kakayan de xwedî cihekî girîng e û tu merasîmên ayînê bê muzîk û lêdana tembûrê nayên lidarxistin. Tembûr li gel Kakayan yek ji amûra pîroz a muzîkê ye.

‘Jin di parastina baweriya Kakayî de xwedî roleke girîng in’

Nazdar Qudret a Kakayî behsa tundiya ser baweriya Kakayî kir û got: “Bêguman em weke Kakayî, baweriya me ji dîrokê ve rastî tundiyê hatiye, heta niha jî ev hewldana jiholêrakirina nasnameya  Kakayî berdewam dike. Erka sereke ya ku jinan girtiya ser milên xwe bûye sedema mayîna baweriya Kakayî. Ji ber ku baweriya me kevn e, jin ji bo parastina vê baweriyê xwedî roleke girîng in. Her wiha baweriyên di nava gelê Kurd de dewlemendiya gel derdixin holê û nîşan didin ku xwedî dîrokeke kevn û dewlemend û ji berê ve bawerî, ziman û dîroka me hebûye.”

‘Ji bo baweriya me ji holê ranebe em gelek caran koçber bûn’

Nazdar Qudret destnîşan kir ku ji dîrokê ve heta niha her dem hewl dane baweriya gelê Kurd tune bikin û ji ber wê li her çar aliyan dijminên gelê Kurd hene û got: “Bi hemû awayî hewldana qirkirina me dikin. Neteweya me xwedî dîrokek kevn e, em ji bo hebûna xwe gelek caran koçber bûn. Me gelek êş dîtine heta em gihîştin vê astê. Me her dem ji bo parastina baweriya xwe cihên xwe guhertiye. Ji berê ve heta niha piraniya Kakayiyan xwe vedişartin da ku ji aliyê civakê ve rastî tundî û gotinên nebaş neyên û neyên kuştin. Ji ber ên ku tundiyê li hemberî me dikin desthilatdariya wan zêde bû, hejmara wan ji ya me zêdetir bû ji ber wê em ditirsiyan. Niha serdema zagonê ye em dikarin mafên xwe bi dest bixin, em dikarin nasnameya xwe diyar bikin û pê kêfxweş bibin.”