Kadir Şeker dê ji nûve bê darezandin

Kadir Şeker ê ji bo pêşî li şiddeta ser jinê bigre bû sedema mirina Özgûr Duran û sezayê girtîgehê lê hatibû birin ew seza hat betalkirin û wê ji nûve were darazandin.

 
Navenda Nûçeyan - Ji ber sedema kêmaniyên dosya Kadir Şeker biryar hat dayîn ku ji nû ve were darizandin. Kadir Şeker xwestibû pêşi li şideta mêrê bi navê Ozgûr Duranê ku li parka Konya yê li beramberî jina bi navê Ayşê D.  bigire.  Dema  Şeker xwest Ayşe ji tundiyê xilas bike bû sedema mirina Duran û ji ber "kuştina bi zanebûn" hat girtin û sezayê 12 sal û nîv li Şeker hatibû birîn û dosya Şeker ji bo biryara dawî ji Dadgeha Herêmî ya Konya re hate şandin. 
Dadgeha herêmê ya ku dosyeya Şeker lêkolîn dike, hin kêmaniyên  "rêgez"  di dosyeyê de destnîşan kirin û ev dosya cardin şandin dadgeha ku biryara ceza daye. Dadgehê, dosyayê nebûna daxwaznameya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) weke yek ji kêmaniyan nirxandin. Bi vî rengî, heke dadgeha bilind daxwaznameya KCDP’ê ya bejdarbûna dozê nepejirîne jî dadgeha herêmî mafê serlêdana daxwaznameyê pejirand.