Kader Yaprak bi çeka cerdevanan li Çewligê dawî li jiyana xwe anî

Kader Yaprak a li gel du zarokên xwe ji Stenbolê çune Çewligê bi çeka cerdevanan dawî li jiyana xwe anî.

 
Çewlig - Jina ciwan Kader Yaprak a li gel du zarokên xwe di betlana dibistanê de ji Stenbolê çubû gundê Keran ê navçeya Kanîreş a Çewligê mirî hat dîtin. Kader a hat îdiakirin bi çeka cerdevanan li xwe xistiye li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Xizmên wê cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.