KİH-YÇ: Pêwîstiyên jinan nehatine bi cih anîn

Weqfa çareseriyên nû ya jinan a mafê mirovan destnîşan kir ku di destpêkê de pêwîstiyên jinan yên weke ped û yên din nayên bi cih anîn û diyar kir ku divê giringî ji bo pêwîstiyên jinan bê dayîn û bi rêxistinên jinan re hevkarî were kirin.

Stenbol – Weqfa çareseriyên nû ya jinan a mafê mirovan (KİH-YÇ) der barê erdheja ku 6’ê Sibata 2023’an pêkhatî de ji bo pêwîtsiyên jinan metnek weşand. KİH-YÇ ji bo erheja ku bi deh hezaran kesan jiyan xwe ji dest dayî de bal kişand kêmaniyên ku hatine jiyankirin, da zanîn ku di xebatên lêgerîn û rizgariyê de gelek kêmanî hebûn, di serî de kon û alîkariyên pêwîstiyên bingehîn bi rojan negihan û bal kişand li ser astengkirina rêxistinên civakên sivîl.

‘Rêveberiya kirîzan bi xwe vegeriya kirîzê’

KİH-YÇ da zanîn ku astengkirina Twitterê bi awayek keyfî, rêveberiya kirîzê bi xwe vegeriya kirîzê û di vê pêvajoyê de di destpêkê rêxistinên jinan yên serbixwe û di heman demê de li pêşiya alîkariyan bûna asteng, desthilata ku netewperset diyarkirin ku li herêmê koordînasyona karesatê bi awayek aktîf cihê xwe digre.

‘Binpêkirinên mafan hîn kurtir bû’

 KİH-YÇ destnîşan kir ku bi teybet di rêveberiya karesatê de bê koordînasyona wan bi taybet jin, zarok LGBTİ+ û ji bo koçberan kirîz û binpêkirinên mafan hîn kurtur bûne, di serî de tundîtûjiya li beramberî zayendan hîn zêdetir bê parastin mane. Bal kişad ku di destpêkê de ji bo jina pêwîstiyên ped û pêwîstiyên din yên wan nayên dabîn kirin koçber û LGBTİ+ rastî netewperetiyê tên, ji ber kîn û tundîtûjiyê nikarin daxwaza alîkariyê bikin.

Weqfa KİH-YÇ bang li hikumetê kir ku tedbîran bigirin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

•  Di rewşên karesatan de divê ji bo jin, zarok û LGBTİ+ cihên bi cih bûnê ronahî zêde bibe divê kon û serşuyên taybet hebe. Ji ber tundîtûjiya û êrîşên zayendî li beramberî jin û zarokan zêde dibin. Di rêveberiyên kirîzê de li qadê divê pirsgirêka bicih bûn û ronahîkirinê were derbas kirin, li dijî netewperstiyê polîtakayan pêşbixin û tedbirên parastinê bigrin. Li gel rêxistinên jinan yên serbixwe hevkariyê bikin. Mekanizmayên parastina jin, zarok û LGBTİ+ yan ava bikin. Divê hêzên ku li dijî tundîtûjiya beramberî jinan kar dikin erkdar bin.

• Jin û zarokên ku ji karesatê bandor bûne, ji ber tundîtûjiya zayendî travmaya civakî jiyan dikin, divê sistema alîkariyê û gihandina edaletê were peydakirin, divê xwe gihandina Psiko-Sosyal û alîkariya aborî divê mekanizmayên pêwîst were avakirin.

• Li dijî şewbên ku gefê li tendirûstiya gel dike, demildest divê li herêmê paqijî were kirin, divê nexweşxaneyên Sahra werin avakirin, divê jin zu xwe bigihînin amêrên paqijî û xizmeta tendirûstiyê.

• Li bajarên kon û konteyneran cihê cilşuştina ava bikin û li gora pêwîstiyên jinan xizmetê bidin meşandin, divê hişmendiya wekheviyê were avakirin û ji bo vê jî bi rêxistinên jinan re hevkariyê bikin.

• Li dijî qaçaxçî û ticareta mirovan bi taybet zarokên bê xwedî, ciwan û jin ji bo were parastin tedbîrên bi bandor bigrin. Divê ev daneyan tedbîran bi awayek rêk û pêk bi civaka sivîl re parve bikin.

• Ji mafê serbixwe yên bingehîn yê civaka sivîl û li herêmê alîkariya mirovî jî di nav de ji bo xebatên rewa were meşandin divê ev astengiyanê li pêş were rakirin û dest ji rêbazên antîdemoqratîk berdin. Astengî ji bo rêxistinên jinan yên ku ji bo pêwîstiyan jinan bi cih bikin xebat didin meşandin nebin asteng.

• Li dijî kîn û tundîtûjiya li beramberî koçber û LGBTİ+ tedbîrên parastinê bigrin.

• Ji biryara perwerdeya dûr, biqerin. Cardin xwendevanên mexdûrên erdhejê û ciwanan mexdûr nekin.

• Êdî qebûl bikin ku Tirkiye herêmek ya erdhejê ye, dest ji polîtakayên xwe yên rantê berdin. Pilana bajar bi meyzandinek ekolojîk û hîn zêdetir weke qadek kesk çêbikin. Qadên kombûna erdhejan avabikin, beriya ku bi lez hun binahiyan bixin li herêmên erdhejê destpêkê jêre bingehek baş çêbikin. Ji bo ev êş cardin neyên jiyan kirin avahiyan li gora erdhejê çêbikin, ew avahiyên bê hêz, bi hêz bikin û bajarên ku xwe li ber erdhejê bigrin ava bikin.