Jyoti Fernandes: Êrîşa Tirkiyeyê yekser êrîşeke li ser jinan e

Jyoti Fernandes ku Berdevka Tevgera La Via Campesina ku nûnertiya zêdetirî 200 milyon kesan li zêdetirî 180 welatan dike ye, di serdana xwe ya li Rojava de guh da jinên cotkar û got ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser cotkarên jin, teror e.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Gelek şandeyên jinan ji gelek welatan serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Tevgera La Via Campesina jî di nav van şandeyan de cîh digre. La Via Campesina, tevgereke cotkaran a navneteweyî ye û nûnertiya zêdetirî 200 milyon kesan li zêdetirî 180 welatan dike. Jyoti Fernandes a ku li Brîtanyayê dimîne jî berdevka vê tevgerêye. Jyotî ya ku yekem car hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser gera xwe ji ajansa me re axivî.

‘Min rewşa cotkariya li Rojava meraq kir’

Jyoti Fernandes di destpêka axaftina xwe de got ku ew ji bo naskirina jinên ku Şoreşa Jinan ava kirine hatiye Rojava. Jyoti mereqa xwe ya der barê rewşa cotkaran de wiha anî ziman: “Ji bo ku ez jinên ku Şoreşa Jinan ava kirine nas bikim, îro li vir im. Di heman demê de tiştê ku min mereq kir, rewşa cotkaran a li vir, bi giştî jî karên çandiniyê li Sûriyeyê, bandora êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmê û zexta ku ava dike bû.”

‘Êrîşên Tirkiyeyê li ser cotkaran û jinên avakar nayê qebûlkirin’

Jyoti Fernandes da zanîn ku li hember rastiya herêmê şok bûye û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Bi rastî jî ez şok bûm, dema ku min dît êrîş li dijî jinên ku dixwazin xwe bi pêş bixin çêdibin. Bi taybetî êrîşên li ser jinên ku di kargeha şîr û mast de dixebitin û çêdikin, her wiha êrîşên li ser cotkarên ku tovan li nava zeviyên xwe direşînin, ev bi giştî nayê qebûlkirin. Karên çandiniyê di hemû cîhanê de karekî pir zehmet e lê pir girîng e jî. Ji bo ku herî dawî xwarin çêbibe, jin di nava xebatên çandinî û di nava zeviyan de cîh digrin û berhemeke baş ji zeviyan digrin. Ji bo ku malbatên me heta civaka me û zarokên me jî birçî nemînin, xwarin ji bo her kesê pir girîng e.”

‘Êrîşa Tirkiyeyê yekser êrîşeke li ser jinan e jî’

Jyoti Fernandes bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û got ku ev êrîşeke li ser bingeha civakê ye. Jyoti wiha pêl da gotinên xwe: “Tirkiyeyê bi zanebûn êrîş li dijî jinên kargeha ku jinan lê şîr û mast çêdikirin pêk anî. Ev yekser êrîşeke ku bingeha civakekê hedef digre ye. Xwarin ne tenê ji bo bedena me pêwîst e, ev çandek e ku bi çandiniyê ve girêdayî ye. Jin dizanin çawa lawiran xwedî bikin û çawa tovan biçînin. Ji lewre êrîşeke li ser karên çandiniyê yekser êrîşeke li ser jinan e jî. Ji ber karên cotkaran û çandinî li her derê cîhanê tevî xwedîdeketina li zeviyan karekî pir zehmet e.”

‘Di sedsala guhertina avhewayê  de êrîşên Tirkiyeyê metirsiyan zêde dikin’

Jyoti Fernandes di berdewama axaftina xwe de guhertina avhewayê û li aliyekî din jî êrîşên ku mestirsiyan zêde dikin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Em hemû jî di sedsala guhertina avhewayê de dijîn. Demsal diguherin, germahî zêde dibe û kêmbûna avê li her derê cîhanê rû dide. Bazirganî û bazara cîhanî ji bo berhemên çandiniyê jî zehmet bûye. Ev zehmetî ne ji bo qezenckirina pereyê rojane ye, ji bo berdewamiya dabînkirinê ye jî. Tevî ewqas zehmetiyan jî êrîşeke ku metirsiyên mezin ava dike jî heye, ji bo min ev tiştekî ku şaş dimînim e. Pir girîng e ku em hovîtiya li hemberî karekî rojane tê meşandin, hîs bikin. Mînak em çûn kargeha ku li wê derê jinan cureyên cuda yên mast û labnê çêdikirin. Ev kargehek bi xwe bi êrîşeke hewayî hatiye hedefgirtin. Ji lewre jinên li wir kar dikirin neçar man karê xwe bisekinînin, ji ber ku ziyanên madî û canî çêbûn. Her wiha ji ber êrîşên ku çêdibin û mirov tên kuştin jî zirarên derûnî çêdibin.”

‘Êrîş li hemberî mirovên ku bingeha jiyana civakî ava dikin çêdibin’

Jyoti Fernandes da zanîn ku wê bi cotkarên ku zeviyên wan hatine şewitandin re axivî ye û encama ku jê derxistiye wiha bilêv dike: “Em bi cotkarên ku zeviyên wan hatine şewitandin re axivîn. Me fam kir ku ev jin ji aliyê dronan ve tên şopandin. Ev li gorî min, li hemberî mirovên ku ji bo her kesê bingeha jiyana civakî ava dikin, teror e û em nikarin van pêkanînan jî qebûl bikin. Pêwîst e em van êrîşên dijwar li dijî cotkarên li vir û li Sûriyeyê diqewimin parve bikin. Di heman demê de ev êrîşeke yekser li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û li dijî jinên ku li vê herêmê kar didin meşandin e. Ne tenê bi coş û kelecan ji bo rizgariya jinan kar dikin lê belê ew têkoşîn û şer jî dikin. Di heman demê de jî rojane bingeha xwarina civakeke ava dikin. Pêwîst e ku em bi cîhanê bidin fêmkirin ku ev êrîş yekser li dijî mirovên bê sûc tên kirin.”

Girîngiya avakirina piştgiriyeke navdewletî û rawestandina êrîşan

Jyoti Fernandes got ku gelekî dixwaze civakeke demokratîk û azad ava bike bi awayekî ekolojîk û bi rêbazên herî xweşik hewl dide û tiştên ku divê bên kirin bi van gotinan anî ziman: “Gerek em piştgiriya wê civakê bikin, her wiha ji hêzên navdewletî re ragihînin ku ev êrîşên Tirkiye tîne ser herêmê divê rawestînin, ji ber ku yekser bandorê çêdikin. Ji bo ewlehiya xwarinê ez di nava rêxistinên çandiniyê de kar dikim. Em temsîla her tiştê ku cotkar li her deverê dijîn dikin û parve dikin. Li gorî min berpirsyariya her kesê di nava hêzên navdewletî de heye ku hewl bidin bi hikûmetên xwe re biaxivin û bi taybetî bi berpirsyarên Neteweyên Yekbûyî (NY) re. Divê em hewl bidin tiştên bûne şahîd parve bikin, li vir çi diqewime û li dijî cotkarên bêsûc çawa êrîş tên kirin. Ya girîng ew e ku em piştgiriyeke wisa ava bikin ku van êrîşan bidin rawestandin.”

‘Pêwîst e jinên cîhanê bi hev re ji bo edaletê kar bikin’

Jyoti Fernandes cotkar û jinên ku di qada xwarinê de dixebitin weke qehreman bi nav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber karê cotkar û jinên di beşên çêkirina xwarinê de dixebitin, karekî di nav şert û mercên herî zehmet de, hem karê avakirinê û hem jî têkoşînê dimeşînin. Her wiha neçar dimînin parastina çavkaniyên jiyanî av û ceyranê bikin. Ji bo min ev îlhameke pir mezin e, ez fêm dikim ku hê jî têkoşîn berdewam dike. Pêwîst e em vê têkoşînê ji derve re ragihînin da ku hemû cîhan wê bibîne û em bikaribin weke jinên cîhanê hemû bi hev re ji bo edaletê kar bikin.”