Julîana Gozen serbest hat berdan

Endama Lijneya Berdevkan a TOP'ê Julîana Gozena a serê sibehê li Îzmîrê bi serdegirina malê hat binçavkirin, bi biryara qedexeya derketina derve hate berdan.

Îzmîr- Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Damezrînera Piştevaniya Mor Julîana Gozen a serê sibehê li Îzmîrê bi serdegirina malê hat binçavkirin, bi biryara qedexeya derketina derve hat berdan. Julîana Gozen, bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal bi îddiaya propaganda kiriye hatibû binçavkirin.

Julîana Gozen bêyî îfadeya wê li emniyetê bê girtin bi daxwaza kontrola edlî şandin Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê. Endama Lijneya Berdevkan a TOP'ê Juliana Gozen, bi biryara qedexeya derketina derve hat berdan.