JSC êrişa li dijî rojnamevanên li Şengalê şermezar kir

JSC êrişa li dijî tîma çapemeniya azad li Şengalê şermezar kir û bang li desthilatên xwecihî û navneteweyî kir ku yekser lêpirsîneke zelal li ser vê bûyerê bikin û aliyên berpirsê hesab bikin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Piştgiriya Rojnamegeran (Journalist Support Commitee (JSC)) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û di daxuyaniyê êrişa 8ˊê Tîrmehê ya li dijî tîma çapemeniya azad a li Şengalê şermezar kir.

Daxuyaniya JSC wiha ye:

"Wesayîteke tîma çapemeniya azad a Şengalê di 8ˊê Tîrmehê de rastî êrişa hewayî hat. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk tîma kanala ÇIRA TV û Radyoya ÇIRA li ser rêya Til Qesab-Şengalê hedef girt. Di encamê de 3 rojnamevan birîndar bûn. Navên wan rojnamevanan wiha ne: Nûçegihana Kanala ÇIRA TV Medya Hesen Kemal, nûçegihanê ÇIRA FM Mirad Mîrza Îbrahîm û ajokar Xelef Xidir. Her wiha 3 welatiyên din li cihê êrişê birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Asayîşa Êzidxanê parve kirine, balafireke bêmiriv û biçek a dewleta Tirk êriş pêk aniye.

JSC bi tundî êrişa li dijî tîma çapemeniya azad a Şengalê şermezar dike û bang li desthilatên xwecihî û navneteweyî dike ku dest bi lêpirsîneke zelal têkildarî vê bûyerê de bikin û aliyên berpirsê hesab bikin. Her wiha banga pêkanîna tedbîrên guncaw ji bo misogeriya ewlehiya rojnamevanan û xebatkarên dezgehên çapemeniyê hat kirin. Divê civata navneteweyî li hember kiryarên wiha yên dijminane hişyar be û li ser sînordarkirina van kiriyarên nerewa li dijî rojnamevanan bixebite.”

JSC bang li aliyên navneteweyî, rêxisitnên hiqûqî û mirovî û NYˊyê kir ku destwerdanê bikin û got: “Bûyerê bişopînin û ji bo sînordarkirina êrişên li dijî azadiya rojnamegeriyê li Kurdistanê piştgiriya guncaw pêşkêş bikin, ewlehiya rojnamevanan di dema pêkanîna erkên xwe li herêmê de misoger bikin. Divê aliyên têkildarî tedbîrên aktîv ji bo parastina mafên rojnamevanan pêk bînin."