“Jiyana me bûye êrîş, topbaran û komkujî”

Jinên Efrînê yên koçber bûn û li bajaroka Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi cih bûne dan zanîn ku jiyana wan bi tevahî bûye êrîş, topbaran û komkujî.

HESNA MIHEMED
Şehba- Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê piştî berxwedana gel a 58 rojan Efrîn xistin bin dagirkeriya xwe. Di berxwedana Serdemê de 72 balafirên şer ji ezmanê Efrînê agir bi serê sivîlan de barandin. Di encamê de li Efrînê bi sedan şehîdên sivîl çêbûn. Piştî dagirkirina Efrînê bi hezaran ji gelê Efrînê ji bajarê xwe koçber bûn û li herêmên bi ewle wek kantona Şehbayê bi cih bûn lewre nexwestin di bin dagirkeriya dewleta tirk de bijîn. Lê ruxmî koçberbûna Efrîniyan û zehmetiyên ku dijîn li Şehbayê û gundewarên navçeya Şêrewaya Efrînê, dîsa jî ji dagirkeriya dewleta tirk û hovîtiya wî xilas nebûn. Rojane dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî bajaroka Til Rifet, gundewarên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa dikin. Armanc bi van êrîşan ew e ku careke din Efrîniyan koçber bike û kantona Şehbayê vala bike lê Efrîniyan planên dagirkeriyê fam kirine û rê nadin êrîşan ku careke din wan koçber bikin ji ber ew li ber xwe didin ji bo vegera Efrînê.
"Rû bi rû êrîşî sivîlan dikin"
Cîhan Xilo ya ji navçeya Cindirêsê ye û li bajaroka Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi cih bûye diyar kir ku bûye 4 sal li dûrî welatê xwe dijî û bi hesreta dîtina wê ye û got: "Ev bû 4 sal em li bajaroka Til Rifetê bi cih bûne. Em rojane bi topbaranên dagirkeriya dewleta tirk re dijîn, rojane êrîşê me dikin. Daxwaza me ya yekem ew e ku em vegerin cih û warên xwe Efrînê. Dema ku êrîşê me dikin, zarok di nava tirs û xofê de dijîn. Em ji bo zarokên xwe biparêzin ji Efrînê koçber bûn û hatin li herêmên bi ewle bi cih bûn. Dema balafir li ezmanan digerin em nizanin wê kengî li me bide. Li Til Rifetê berê çeteyên dewleta tirk dagir kiribûn û mayîn li wan deveran çandibûn. niha Til Rifet hatiye rizgarkirin lê hê jî ew mayîn mane û zirarên mezin digihîjînin miletê bi taybetî zarok ji ber ku her dem li derveyî malê bi hev re dilîzin. Divê êdî dewlet bi cidî li xwe vegerin û bi erkên xwe rabin li vir miletek koçber heye û dixwazin vegerin warê xwe yê ku hatiye dagirkirin."
"Jiyana me bûye êrîş"
Emîna Mihemed jî bal kişand ser êrîşên ku rû bi rû pê re dimînin û ev tişt anî ziman: "Li Efrînê bi balafiran êrîşî me kirin û piştî berxwedana 58 rojan dewleta tirk Efrîn dagir kir em jî ji ber wê dagirkeriyê li ser xwe qebûl nakin em koçber bûn û li bajaroka Til Rifetê bi cih bûn. Li vir jî dîsa em ji topbarana dagirkeriyê xilas nebûn zarok û jin tên qetilkirin. Rojane êrîşê Til Rifet û gundewarên derdora wê dike, di heman demê de êrîşî navçeya Şêrewa jî dike di wir de tenê sivîl dijîn. Dewleta tirk li Efrînê komkujî li ser sivîlan pêk anî niha li Til Rifetê jî komkujiyan pêk tîne. Êdî jiyana me tevahî bûye êrîş. Em Efrîna xwe dixwazin divê di demek nêz de ji bin dagirkeriya dewleta tirk were rizgarkirin."