Jiyana koçberên li beravên deryaya Xezayê di xeteriyê de ye

Bi hatina demsala zivistanê re koçberên Xezayê bi karesetekê re rûbirû dimînin. Cîhê ku Îsraîlê bi ewle pênase dike xetek yekser li ser beravê ye û bi bilindbûna pêlên deryayê ango lehiyê dê xeteriyek mezin bi xwe re bîne.

REFÎF ISLAM

Xeza – Şerê di navbera artêşa Îsraîlê û tevgera Hamasê de bû sedem ku zêdeyî 42 hezar û 559 kesan jiyana xwe ji dest bidin û bi kêmanî bi kêmanî 1,9 milyon kes jî koçber bibin. Koçberên li Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê ên berdewam konên xwe li başûrê Zîvala Xezayê li ser beravên deryayê datînin û nêzî ji sedî 70 ji avahiyan û binesaziya wan deveran hatine rûxandin. Pêşbînî hene ku ger pêlên deryayî û lehî rabin dê ev kon bi xeteriyek mezin re rû bi rû bimînin.

Jeolog Suha Ebû Şeban ji ajansa me re behsa pêla koçberiya mezin kir û got: “Gelek koçberên li başûrê Zîvala Xezayê neçar man berê xwe bidin herêmên rojavayê Zîvalê Xezayê û konên xwe li wir vedan, ev xet yekser li ser beravê ye û qaşo Îsraîlê evder wek heremek bi ewle binav dike.

 ‘Binesaziya heremê ji hejmarek mezin ya koçberan re ne amade ye’

Suha Ebû Şeban di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ku binesaziya herêma başûrê Xezayê ne amade ye ku ewqas hejmarek mezin a koçberan pêşwazî bike û wiha pê de çû: "Li aliyê din jî operasyon, topbaran û rûxanidnan ên ku hêzên Israîlê destpê kirin krîzeke mezin bi xwe re anî û herêmêk bi darê zorê hatine koçberkirin nehiştin. Koçberên konên xwe li ser beravên deryayê û zinarên deryayî danîne nizanin ew zinar dibe ku beriya zivistan were bikevin. Çûn û hatina welatiyan gelek e, pisporan jî der barê wan xeteriyên ku derkevin holê welatiyan hişyar nakin.”  

‘Lêhiyên rabin dê kerasetek mezin bi xwe re bîne’

Suha Ebû Şeban xeteriyên ku derkevin wiha rêz kir: “Lehiyên ku rabin dê kerasetek mezin bi xwe re bîne. Dibe ku ev bûyer di nîvê şevekê de pêk were û di vê rewşê de dê tîmên alîkariyan jî tune bin. Ji ber wê yekê divê hişyarî were dayîn kon qedera 5 metreyan dûr were xistin ku beşek ji van karesetan were derbaskirin. Li bilindahiyên deryayî ku ji asta deryayê 50 metreyan bilind in kon pir hene. Ji ber wê divê şaredariyên beravê di dema kêmbûna atmosferan de bi temamî wan bigrin û nehêlin welatî ber bi wan ve biçin ji bo ewlehiya wan were parastin. Dê pêlên deryayî dê xeteriyekê çêbikin.”

‘Pêwîstiya Zîvala Xezayê bi alav û amûrên taybet û sotemeniyê heye’

Suha Ebû Şeban amaje bi vê yekê kir ku rûxmê hemû derfetên kêm şaredariyên beravê kedek ber bi çav dide û wiha berdewam kir: “Tevî keda ku şaredariyên beravê li gorî derfetên xwe yên kêm li herêmên bakur û başûrê Zîvala Xezayê didin lê bi pêla yekem a baranê re dê careke din kanalîzasyon gemar bibin. Bi vê yekê dê keda wan vala derkevin. Ji bo karê şaredariyê hêsan bibe pêwîstiya Zîvala Xezayê bi alav û amûrên taybet û sotemeniyê heye. Li derdora hawiza Şêx Ridwan hejmarek navendên stargehan hene, koçber li wan bi cih dibin. bi vê yekê gefa gemareke zêde û pêleke nexweşiyan li wan tê xwarin.”

Suha Ebû Şeban di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şaredarî niha bang li koçberên li bakur û Başûrê Zîvala Xezayê dike ku ji peravê dûr bikevin û herêmên nizim vala bikin.