JINNEWS: Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin 25 mirinên bi guman
Li gorî çeteleya meha Tebaxê ya JINNEWS’ê li Bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê 28 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 7 zarokan jî bi guman e.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê ji çapemeniyê berhev kirine, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di meha Tebaxê de 28 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 7 zarokan jî bi guman e.
Kiryar ên herî nêz in
Kiryarên 4 jinan nayê zanîn. 2 jin ji hêla kurê xwe ve, 4 jin di asta destberdanê de, 12 jin ji hêla mêrê bi wan re zewicandî ve, 3 jin ji aliyê mêrê pê re dijiya, jinek ji aliyê karmend ve, jinek ji hêla mêrê dest ji hev berdane, jinek ji hêla naskiriyê xwe ve û jinek jî ji hêla xizmên xwe ve hat qetilkirin.
Li gorî bajaran
Li Edenê 2, li Antalyayê jinek, li Trabzone 2, li Denîzliyê jinek, li Karabukê jinek, li Edirneyê jinek, li Enqereyê jinek, li Ispartayê jinek, li Balikesirê jinek, li Mêrdînê jinek, li Kayseriyê jinek, li Mêrsînê 2 jin, li Muglayê 2 jin, li Rihayê jinek, li Stenbolê 2 jin, li Amedê 2 jin, li Aydinê jinek, li Agiriyê jinek, li Konyayê jinek, li Kocaeliyê jinek, li Dîlokê jinek û Bûrsayê jî jinek hat qetilkirin.