Jinnews di nava 24 saetan de du caran rastî astengiya weşanê hat
Jinnews a bi diruşma ‘bi pênûsa jinan li ser şopa heqîqetê’ ne weşanê dike ji duh ve du caran rastî astengiya weşanê hat.
Navenda Nûçeyan - 22 care Jinnews rastî astengiya weşanê tê. Navnîşana ajansê li ser weşan dikir “jinnews19.xyz” duh ji aliyê 5’emîn Dadgerê Cezayê Sulhê yê Amedê, îro jî ji aliyê 2’emîn Dadgerê Cezayê Sulhê yê Amedê ve biriyara astengkirinê hat dayîn.
Hun dikarin li ser vê navnîşanê “jinnews21.xyz” nûçeyên Jinnewsê bişopînin.