JINNEWS: Di meha Tîrmehê de 21 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê ya ajansa JINNEWS’ê; 21 jin û 4 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 22 jin û 2 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Ajansa JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê ku bi nûçeyan hatin weşandin berhev kir û weşand.

Li gorî çeteleyê; di meha Tîrmehê de 21 jin û 4 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Her wiha 22 jinan û 2 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çeteleyê; jinek ji aliyê mêrê ku di qonaxa hevberdanê de bû, 4 jin ji aliyê  mêrên ku hevber dabûn ve, 2 jin ji aliyê kurên xwe ve, jinek ji aliyê mêrê bi hev re bûn ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê ji hev veqetiyabûn ve, jinek ji aliyê mêrê ku hev nas nedikirin ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê nas dikir ve 1 jî ji aliyê xizmê xwe ve hatine qetilkirin. 

Di çeteleyê de bajarên jin lê hatine qetilkirin jî wiha hatin destnîşankirin; li Xarpêtê 2, li Kutahyayê 1, li Edeneyê 1, li Stenbolê 3, li Meletiyê 3, li Karamanê 1, li Semsûrê 1, li Sêrtê 1, li Erziromê 1, li Gîresûnê 1, li Kayseriyê 1, li Kocaeliyê 1, li Edîrneyê 1, li Gumuşhaneyê 1 û li Mêrsînê jî 2 jin hatin qetilkirin.