Jîngeha Samiyan di xeterê de ye

Cihê jiyanê yê samiyan bi endametiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê re wê bikeve xetereke mezin.

Navenda Nûçeyan - Jîngeha Samiyan, ku tekane civaka ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve wek xwecihî hatiye naskirin dê bi tetbîqatên leşkerî yên ku bi endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê re bên pêşxistin, bikeve xeterê. Samiyên ku erdên wan di navbera Swêd, Norwêc, Fînlandiya û Rûsyayê de hevpar in û nifûsa wan niha nêzî 100 hezarî ye, li dijî asîmîlasyonê li ber xwe didin.

Semî zêdetirî 100 sal in ji bo parastina çand, nasname û jiyana xwe têdikoşin. Samiyên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi pêkanînên nijadperestiyê re rû bi rû mane, hê jî bi temamî mafên xwerêveberiyê bi dest nexistine. Samî li qadên xwezayî dijîn û ji bo ku çand û nasnameya wan neyê tunekirin, bi xwedîkirina pezkûviyên bi navê ren mijûl dibin. Jîngeha Samî ya ku niha bi hewldanên kêmkirina qadên sewalkariyê li dijî tunekirina hawirdorê têdikoşe, bi xeteriyeke nû re rû bi rû ye. Bi şerê Ukraynayê re, qadên jiyanê yên samiyan ên ku di navbera Rûsya û welatên rojavayî de di nava polarîzasyona Rûsyayê de bûn, ketin xeterê. 

Gelê Samî bi fikar e

Sînorê Fînlandiyayê bi Rûsyayê re 1340 km. dirêj e û ev erdnîgariya berfireh devera herî girîng a jiyana Samiyan e. Bi qebûlkirina Fînlandiya û Swêdê ya di nava Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de dê li van herêman gelek caran tetbîqatên leşkerî bên lidarxistin û bi hinceta cîrantiya bi Rûsyayê re dê gelek navendên leşkerî bên avakirin.

Fikar tên paşguhkirin

Duh bi çiraya kesk a Tirkiyeyê, ji bo endamtiya Fînlandiyayê, astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoya endamtiya NATO’yê hat rakirin û tê payîn ku pêvajoya endamtiya hikûmeta Fînê bi dawî bibe. Lê belê li paytextên Rojava fikarên gelê Samî yên ku bi fikar li vê pêvajoyê dinêrin, ji nedîtî ve tên.

Serlêdana Neteweyên Yekbûyî kirin

 Li aliyê din Parlamentoya Samî, di mehên borî de bi amadekirina raporek li ser zirarên neyînî yên ku bi tevlibûna her du welatên Skandînavyayê di nava NATO’yê de bide qadên jiyanê, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabû. Samiyan ji BM’ê daxwaz kirin ku jîngehên wan ên li ser rê li hemberî xerebûna ku derbikeve biparêze. Berdevkê Parlamentoya Samî Per Olof Nutti ji çapemeniya Swêdê re axivî, careke din nîgeraniyên gelê xwe yên ku ji tetbîqatên NATO'yê bandoreke giran li wan dike anî ziman û daxwaza parastina navneteweyî kir.