Jîngeha Helebceyê di bin gefa qirêjbûna avhewayê de ye

Li gola Sîrwan a Helebceyê hejmarek zêde masî telef bûn. Dibêjin sedemêüa vê jî qirêjiya av û avhewayê ye û bi qirêjbûan avhewaya herêmê dibe ku gelek encamên wiha derbikevin. Ji bo lêkolînkirina wê jî lijneyek hat avakirin.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Hefteya borî hejmarek zêde ya mirina masiyan li derdora gola Sîrwanê ya, li herêma Îmamî Zeman bala geştiyaran kişand. Vê rewşê bû sedem ku ji bo lîkolînkirina sedema mirina van masiyan lêkolîn were kirin.

Gola Sîrwan ji bendava Seyîd Mihemed û li ser beraja Tûqûf diçe Îmamê Zaman û ji wir jî diçe Heqrû, Helebce û Derbendîxanê. Çavkaniyeke girîng a masiyan e. Hemwelatî ji ber qedexeyan, bi armanca girtina masiyan berê xwe didin golê. Tişta ku bal kişandiye ew e ku îsal hejmarek zêde ya masiyan ji ber sedemên nediyar telef bûn. 

Ji bo lêkolînkirina sedema mirina masiyan gelo ji ber qirêjiya jîngehê, avhewayê ye yan na ajansa me serdana cihê ku masî li mirine kir û li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin dibe ku bermahiyên nexweşxaneyê yên ku davêjin nava golê bûbin sedema telefbûna masiyan.

‘Av qirêj bûye hemû bermahiyên nexweşxaneyê davêjin golê’

Nêrînên balkêş li ser vê pirsê hene. Em çûn gundê Îmanî Zeman û gihîştin peravên golê. Bedîe Mehmûd li gel hevjînê xwe li wê derê bû wiha got: “Qeyîka hevjînê min ji bo girtina masiyan heye. Debara me li ser masiyan e. Tu sal weke îsal nebû, av jî qirêj bûye û bermahiyên nexweşaneyan hemû davêjin nava golê. Masî dimrin, nayên xwarin. Bêhnek nexweş ji golê tê û bûye sedem ku hem rûniştvan, hem jî geştiyar ji bêhnê bêzar bibin. Em dixwazin di demek zû de were çareserkirin.”

Ji bo diyarkirina sedema mirinê lijneyek hat avakirin

Roj bi roj mirina masiyan zêde dibe. Ji ber wê Rêveberiya Çandiniya Helebceyê û Rêveberiya Samanê Ajal a Helebceyê lijneyek ji bo lêkolînkirina sedema zêdebûna mirina masiyan ava kirin. Bijîşka beytar Dilniya Farûq wiha got: “Şêwazê mirina masiyan bi vê rêjeya zêde, jehrbûnê tîne hişê mirov. Lê belê ji bo ev diyar bibe divê were lêkolînkirin.”

Berpirsa Beşa Samana Ajalan a Rêveberiya Çandiniya Helebce û endama ijneya lêkolînê Qanû Mihemed ev tişt got: “Piştî ku me lêkolîn kir û em çûn ser golê, me dît ku, cureyên masiyan ku bi masiyên ‘Reqe’ tên binavkirin xwe li ber germahiyê nagirin. Ev masî tembel in û nikarin cihê xwe biguherînin. Dibe ku bilindbûna pileya germahiyê sedema mirina masiyan be.”