'Jineolojî rastiya mêran jî derdixe holê’

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Kobanê Canê Abdo, destnîşan kir ku jineolojî zanisteke ku ne tenê rastiya jinan, rastiya mêran jî derdixe holê û got ku ji bo zanista jineolojiyê di civakê de bê naskirin û belav bibe dê xebatên xwe kûrtir bikin.

DÎREN ENGÎZEK

Kobanê- Xebatên der barê zanista jineolojiyê ku bala jinan û civakê dikşîne, didomin.

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Kantona Kobanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li her kanton û herêmê ji bo ku zanista jineolojiyê bigihîjîne hemû civakê, rêbaz û lêkolînên cuda pêk tîne.

'Divê jin bi xebatên xwe re bi pêş bikevin'

Yek ji endamên navendê Canê Abdo, der barê xebat û lêkolînên ku têkildarî jineolojiyê li Kobanê dimeşînin de agahiyan da. Canê Abdo diyar kir ku li herêma Firatê û bi taybetî jî kantona Kobanê zêdetir li ser lêkolîn û perwerdeya jinan disekinin û wiha got: "Em ji bo naskirin û belavbûna xebatên jineolojiyê xebatê dimeşînin."

'Jineolojî zanistek e berfireh e'

Canê Abdo, diyar kir ku gel jineolojiyê tenê wek xebatek jinan dibîne û da zanîn ku ji ber vê sedemê mêr xwe di nava xebatê de nabînin û tevkariyê pêşkeşî pêşxistina zanista jineolojiyê nakin. Canê Abdo, bal kişand ku jineolojî zanisteke ne tenê jinan di heman demê de rastiya mêran jî derdixe holê û wiha axivî: “Ji bo ku civakê zêdetir bibe xwedî hişmendî em semîner û perwerdeyan didin. Em pêşxistina jinan a xweser, bi xebat û felsefeya xwe, ji xwe re esas digrin."

Li ser etîk û estetîkê lêkolîn tên kirin

Canê Abdo, bal kişand ser lêkolîna ku di nava xebata salekê de li ser mijara etîk û estetîk kirine û wiha axivî:

“Encamên van lêkolînan ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ya Qamişloyê ve dê werin çapkirina û bibin pirtûk. Em bi xebatkarên saziyên xwe re, der barê mijarên 'etîk û estetîk' çawa dibînin de civîn pêkanî. Em der barê gel çawa li mijara etîk û estetîk dinêre de lêkolînan kir. Taybetî li ser jinên ciwan lêkolînê hat kirin. Bandora li ser mezin û ciwanan hat lêkolînkirin."

Canê Abdo, anî ziman wan di heman demê de li ser bandorên erênî û neyînî yên çanda Kobanê jî lêkolînek sosyolojîk meşandine û got wan dîtine ku ev yek çiqas bandorê li ser civakê û jinan dikin. Canê Abdo, diyar kir ku parvekirin û hevpariya demên berê cewhera civakê bûye û wiha got: "Di pozîsyona ku jin hatine bicihkirin de, em bandora feraseta mêr a li ser civaka Kobanê bi awayekî zelaltir dibînin."

'Mêr olê ji bo xwe bi kar tînin'

Canê Abdo, bal kişand ser bandora olan a li ser gel û wiha axivî: “Di hemû civîn û perwerdeyên em diçin de ev mijar derdikeve pêşiya me. Ji ber vê yekê me biryar da em komxebatek li dar bixin. Me ola Îslam, Xirîstiyanî, Yahûdî û Zerdeştî dan ber hev. Ol bi feraseta serwer a mêr hatine afirandin û vê yekê diparêzin. Mêr jî ji bo xizmetên xwe olê pir baş bi kar tînin. Em ji bo vê yekê bişkînin û di astek diyar de hişmendiyê ava bikin, me xebata ku baweriyan digre dest pêk anî. Em encaman erênî dinirxînin."

‘Naskirina jinan a kesayeta xwe tundiyê kêm kir’

Canê Abdo, anî ziman bi kampanyaya di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan dane destpêkirin re mijara tundiyê girtine dest, der barê encamên lêkolînên xwe yên li ser feraseta tundiyê ya di civakê de pêkanîn de jî ev tişt parve kir:

“Me pirsên wek kîjan cure tundiye zêdetir e, jin çi dibêjin û divê çawa têbikoşin pirs kir. Gelek kesan gotin di civakê de tundiya fizîkî kêm bûye. Ev jî bi pêşketina têkoşîna jinan ve girêdayî ye. Naskirina jinan a kesayeta xwe, tundiyê kêm kir. Di heman demê de me di xebatên xwe de li ser 'em dikarin jiyana hevpar çawa ava bikin jî nîqaş meşand. Em plan dikin encama vê xebatê, wek broşurek amade bikin û belav bikin."

‘Em armanc dikin ku lêkolînên jineolojiyê kûrtir bikin’

Canê Abdo, destnîşan kir ku ji bo zêdetir zanista jineolojiyê bidin naskirin dixebitin û wiha bi dawî kir: “Xebatên ji bo pêşxistina zanista jineolojiyê didomin. Jinên kantona Kobanê bi hêviyek mezin li Jineolojiyê dinêrin. Jin ji gelek mafên xwe bêpar hatibûn hiştin lewma em dixwazin rastî û dîroka jinan derxin holê. Em armanc dikin lêkolînên xwe yên jineolojiyê kûrtir bikin. Em dixwazin ji bo sala pêşiya xwe jîneolojiyê zêdetir bidin naskirin. Ji bo jin jiyana azad bi pêş bixin divê destpêkê xwe bi pêş bixin. Ji ber vê sedemê em hewl didin xwe bigihîjînin hemû jinan.”