‘Jineolojî li hemû cîhanê bala jinan dikşîne’

Hîndekara Zanîngeha El Şerq Newroz Muslim 2’yemîn Konferansa Jineolojiyê nirxand û diyar kir ku jineolojî li hemû cîhanê bala jinan dikşîne û got: “Meraqa zêde ji vê zanistê re heye.”

Hesekê – Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê 2’yemîn Konferansa Jineolojiyê bi dirûşma “Zanatiya jinan bi Jineolojiyê nû dibe” di rojên 25-26’ê Îlonê de li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Ji Zanîngeha El Şerq hîndekar Newroz Muslim, li ser konferansê ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Perwerde di her mijarê de zanabûna me zêdetir dike’

Newroz Muslim diyar kir ku divê Jineolojî bi hemû sazî û aliyên li cîhanê re were nîqaşkirin û got: “Şer û şîdeta dîjîtal jî di nav de, bi gelek awayan jin dibin hedef. Ji bo xwe ji şîdetê biparêzin divê jin xwe nas bikin, bi sazî û akademiyan re têkiliyan çêkin û beşdarî perwerdeyên ku bi dilxwazî tên dayîn bibin. Ji bo zêdebûna şiyarî û zanîna jinan, perwerdeyên ku tên dayîn pir girîng in û bi perwerdeyan em dikarin di her mijarê de bibin xwedî agahî, zana bibin. Bi perwerdeyan em dikarin di gelek mijaran de bibin xwedî fikir û bibînin û têbigihîjin ka li cîhanê çi diqewime.”

‘Bi şoreşê re pergala hevserokatiyê ket meriyetê’

Newroz Muslim diyar kir ku Jineolojî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin û di sala 2012’an de piştî ku Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan bi pêş ket ve heta niha ketiye meriyetê û wiha domand: “Bi şoreşê re pergala hevserokatiyê ket meriyetê, jin di saziyên Rêveberiya Xweser û her warî de tevli xebatan bûn. Jinên ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pejirandin, li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji warê aborî, heta xweparastinê, ji xebatên giştî heta siyasetê, di her warî de çalak bûn.”

‘Gelek jinên ji welatên cuda hatin serdana warê şoreşê’

Newroz Muslim got ku jinên cîhanê, jineolojiyê girîng dibînin û gotinên xwe wiha domand: “Ji bo vê zanistê meraqek mezin heye û di dema konferansê de jî ji welatên cuda gelek jin hatibûn. Gelek jin ji bo şoreşê bibînin hatin serdana herêmê. Jineolojî li ser esasê başkirina statuya jinan, pirsgirêkên civakê jî çareser dike. Navendên jineolojiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe didomînin, têkiliyên xwe bi jinên li welatên din re jî çêdikin, bi kesên bi pirsgirêkên jinan re têkildar dibin re, bi riya medyaya dîjîtal, bi perwerdeyên hevpar tên ba hev. Ligel perwerdeyên bi hev re, di sê salên dawî de jinên ji herêmên me ji bo têkilî û danûstandina bi jinan re bi awayê heyetan çûn welatên din."

‘Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bigihîjin cewherê xwe’

Newroz Muslim diyar kir ku şoreşên aştiyane, riya guherînê ne û wiha bi dawî kir: “Şoreş ji bo avakirina cîhanek nû tên lidarxistin û divê bênavber xebatên xwe bidomînin. Ger em felsefeya Jin Jiyan Azadî ya Rêber Ocalan bixin pratîkê, em ê bigihîjin cewhera xwe û bikaribin bigihîjin dîroka rastîn a jinan û li roja îro vegerînin.”