‘Jineolojî li çareseriya dozên jinan û fikrê azad digere’

Berdevka navenda lêkolînên Jineolojiyê ya kantona Tebqayê Mariya El Mûsa diyar kir ku ji bo jin bigîhîjîn rastiya dîroka xwe divê zanist be û got ku divê jiyana hevbeş di navbera herdû zayendan de misoger bibe.

YUSRA EL EHMED

Reqa- Jineolojî zanista jinan e, zanista jiyanê ye ji ber nasnameya jinan civakî ye û têkiliya wan bi jiyanê re xurt e. Sîstema kapîtalîzm ya xwe li ser bi hevkariya ol, dewlet û çanda baviksalar dide jiyîn li dijî jin civak û jiyanê ye.

Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinan dest bi birêxistinkirina xwe kirin, sazî û navendên xwe yên taybet ava kirin, roleke pêşeng di her warî de lîstin. Ev hemû li gorî perspektîfên pergala netewa demokratîk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ku di nav paraznameyê de nirxandinên herî sereke Jineolojî ye. Jinan bi riya naskirina vê zanistê rastiya dîroka xwe nas kirin û bi riya wê jidayîkbûneke nû afirandin û ber bi azadî û wekheviyê ve çûn.

Ji bo hîn zêdetir Jineolojî were naskirin û li hemû herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê were belavkirin gelek navendên taybet bi lêkolînên wê hatin vekirin.

Ji bo hîn zêdetir em behsa armanca damezrandina navendên Jineolojiyê bikin Berdevka Navenda Lêkolînên Navenda Jineolojiyê ya kantona Tebqayê Mariya El Mûsa ji ajansa me re axivî.

‘Divê jin rastiya cewhera xwe ya hundirîn û dîroka xwe nas bike’

Mariya El Mûsa got: "Armanca me ji vekirina navendên Jineolojiyê bi rengekî berfireh pênasekirin û belavkirina wê di civakê de ye. Ji ber zanisteke bi zanista jinan dîrok û pêvajoyên wê tê naskirin. Xwe di Jineolojiyê de kûrkirin gelekî girîng û pêwîst e, ji ber divê jin rastiya cewhera xwe ya hundirîn û dîroka xwe nas bikin. Her wiha divê jin sîstemên desthilatdar ên dixwazin hebûna wê tune bikin nas bikin. Ger em bixwazin jinan nas bikin divê em vegerin dîroka wan. Dema em vegerin jî em ê bibînin çawa jin pêşeng û fermandar bû. Jin xwedawend zanist û bijîşk bû."

‘Naskirina jinan ji Jineolojiyê re gaveke dîrokî ye’

Mariya El Mûsa di berdevamiya axaftina xwe de behsa girîngiya perwerdeyên fikrî kir got: "Em bi riya wane û semîneran li akademiyên sivîl û leşkerî bi koordîneya sazî û navendan armanc dikin ku têgeha Jineolojî pênase bikin. Ji bo jin hîn zêdetir di vê yekê de kûr bibin û pêş bixin. Bi riya vê yekê dê jin li hember hemû astengî tundiya di nav malê û civakî bisekinin û ji koletiyê xilas bibin. Zanista jinan hewil dide bibe zanista jiyana civakî û azad. Xwe dispêre aliyên hundirîn ji cîhana jinan. Her wiha Jineolojiyê girîngiyê dide tundiya li dijî jinan, rastiya dagirkeriyê, biçûkxistina jinan, birdoziya jin û qirkirina jinan."

Mariya El Mûsa di dawiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir ku xebatên navvendê xwe dispêre perspektîfa lîkolînan û wiha pê de çû: “ got: "Ji ber em bi rengekî berdewam kar li ser şopandina karûbarên jinan dikin. Em hewil didin zanista jinan û hemû mijarên dozên wan di nav xwe digre bi koordîne bigrin dest paşê bi riya pirtûkên di saziyan navend û akademiyên perwerdeyê de tên belavkirin. Ji dema navend vebûye gelek pirtûkên me yên çapkirî hene."